Cîhan

Serokê Parlemena Îranê hate hilbijartin

Mihemed Baqir Qalîbaf bi 230 dengên Parlementeran bû Serokê nû yê Parlemena Îranê.

Mihemed Baqir Qalîbaf Nûnerê Bajarê Tehranê bû li Parlemena wî welatî û bi zêdetirê dengên Parlementeran bû Serokê nû yê Parlemena Îranê û heman demî de bû Serokê Yazdehemê Parlemena wî welatî.

Qalîbaf bi 230 dengan, wekî Serokê Civata Yazdehemîn Şuraya Îslamî hate hilbijartin û li ser Mistefa Mîrselîmî yê hevrik serkeft ku bi tenê wî 12 dengên Parlementeran bi dest ve anîbûn.

Her wiha Emîr Hisên Qazîzade Haşimî wekî Cîgirê yekê û Elî Nîkzad wekî Cîgirê duyê yê Serokê Civata Şuraya Îslamî hatine hilbijartin.

Back to top button