Ji bo çi Amerîka bi tevahî piştgîriya serxwebûna Kurdistanê nake?

Gengeşeyên olî û neteweyî yên li Rojhilata Navîn û li nav ew welatên ku Kurdistan li ser wan de hatiye dabeşkirin berdewamiya xwe heye û gelek kûre, ji bilî wê yekê ku Kurd neteweyeke cûda ne û kultûr û nasnameya xwe ya taybet heye, lê belê ew heta niha nebûne xwediyê dewleteke serbixwe, gelo sedema wê çiye? Ji bo çi Amerîka bi hemû şiyana xwe ve piştevaniya serxwebûna Kurdistanê nake?

Jhon Black Efserê berê yê Amerîkî li babetek bi navê Ji bo çi Amerîka bi tevahî piştgîriya serxwebûna Kurdistanê nake? li malpera Sofrep nivîsiye ku renge eve pirsiyarek bê ku hemû ewên li Amerîka bi doza Kurd dizanin û hemû Kurd jî ku hêviya wan bi Amerîkaye, gelek bibêjin, bi piştrastiyê ve pirsiyara girîng û rewaye, Kurd ji bilî wê yekê sedsala bîstan ve têkoşîn û hewla dirustkirina niştiman û welatek ji bo xwe didin, lê belê eger bi hûrî dîroka wî gelî temaşe bikî, komek fakter hene ku astengin li ber serxwebûna wî gelê mezin ku take mîllete bi wê hejmara zêde ve heta niha nebûne xwediyê dewleta xwe.

Eger aliyên jeopoletîkî ve temaşe bikîn, dibe ku gelek ji me bizanin ku Kurdistan ketiye nava dilê Rojhilata Navîn û navçeyeke gelek girîng û stratejiye. Eger Kurdistan dewlet bê, gelek welatan pêwîstiya wan pê dibê, heta têda derbasbibin. Êdî ji bilî wê jî cografyayeke girtî û xeniqiye, eve yek ji kêşeyên bingehînê serbixwenebûna wî geliye. Ji bilî wê çar welat jî ku niştimanê wan dagîrkirine, herdem amadene bi yekgirtî rûbirûyê Kurdan bibin. Lê belê li gel ewan jî sedemên din jî gelekin ku wiha dike Amerîka bi berfirehî hengavê ji bo vê pirsê netavê.

Mezintirîn kêşeya ku Amerîka li piştevaniya Kurd de rûbirûyê wî dibê, ne welatên dagîrkerên Kurdistanê, belkû neyekgirtiyî û netebayî ya di navbera Kurdan bi xwe ye. Ewan ji bilî wê yekê ku xalên wan yên hevbeş gelekin, lê belê ji ber ku civakekin heta niha bi awayek eşîrtî li ser Kurd zêde zêde li navçeyên cûda cûdayên Kurdistanê heye. Li her beşeke veqetiya Kurdistanê jî li ser çar welatan, nakokiyên kûr û cûda li navbera wan de gelek heye ku eve jî wiha kiriye, Amerîka muamele li gel pirsek û tîmek neke, bigre çendîn tîmin û li ser çendin hizban dabeşbûne û her yek ji wan nêrîneke heye ji bo paşeroja gelê xwe. Her çende li bingeha xwe de hemû hevrêne li dirustbûna qewareyeke serbixwe ji bo Kurd, lê belê berjewendiyên taybetî jî wiha li wan dike, hinek bi lez hengav bavêjin û hinek jî gelek bi aramî, ku wate Amerîka muamele li gel kijan aliyî bike. Ewê din bi berevajiya lehiyê hengavan davêje.

Kurd bi xwe neyekgirtî ne û her grûpek û bi awayeke din difikire

Li rûyê dînî ve Rojava kêşe li gel Kurd nîne, ji ber ku zêdetirê wan misilmanên gelek nermin ku ew awayê Amerîka û Rojava piştevaniya wan dike. Li nav civaka Kurdî bi beramber welatên Rojhilata Navîn, jin zêdetir mafê xwe heye û li gel zilaman heta radeyeke zêde wekhevin li rûyê maf û kar û erk ve ku evan jî hemû hengavên gelek baş yê pêşveçûna civakê ne. Lê belê kêşeya mezin nebûna desteyeke serkirdayetîkirina gele. Gelek partî û tevger ku hîç wê kiyanê qebul nakin ku ji bo Kurdan pêkbê.

Li beşa Kurdistana tirkiyê da, çendîn partiyên cûda hene, her yek ji wan hilgirê îdeolojiyên cûr bi cûre. Li beşa Sûriye û Îran û Iraq jî bi heman awayî. Li Iraq zêdetirê 37 partî li Kurdistanê heye. Ji bilî wê yekê ku kiyaneke destûrî ya bi navê Herêma Kurdistanê heye. Hikûmet û Parlemena xwe heye, lê belê ji bo muamelekirina li gel Kurdê Iraq, divê Amerîka guftûgo li gel partiyan bike ku eve jî kêşeyeke mezine. Ji ber ku Partî her yek û nêrîna xwe ya cûda hene. Hemu stratejiyên xwe yên niştimanî nexistine nava Hikûmeta damezrandî û Parlemenê wekî çavkanî biryardan di derbarê çarenûsa gel.

Amerîka nikarê bi tevahî rûbirûyê wan çar welatan bibê û berjewendiyên xwe deyne aliyeke din.

Li encamê da eve ji bo me hemûyan rûne ku hilweşandina nexşeya çar welatan li Rojhilata Navîn pir bi kêşe û giriftên mezin ji bo Amerîka dirust dike. Ji ber wê yekê Amerîka hevpeymanî û siyasetên xwe yên wê navçeyê hemû vedigerêne ser xala sifir û berjewendiyên wê dikevin metirsiyê. Ji bo wê yekê herdem Amerîka bi awayeke neraste rast wê karê dike û nikarê bi fermî bi piştrastî wê piştevaniyê bike. Li gel ewe da jî eger Kurd yekgirtî bin, dikarin ji xwe re rastiyek ava bikin. Wekî ewê ku piştî şerê Da’îş li Kurdistana Iraqê dirust kirin û referandum jî encam dan. Lê belê paşê her ew Kurd bi xwe beşek ji wan poşmanbûn û bûne sedema wê yekê ku li paşve vegerin.

John Black

Çavkanî: https://sofrep.com/news/why-the-us-will-never-fully-back-an-independent-kurdistan/

Nerîna min :