Civak

Xaça Sor hişyariya xerapbûna rewşa Rojavayê Kurdistanê dide

Rêxistina Xaça Sora Navdewletî ji ber birîna berdewamiya avê li hinek navçeyan û kêmbûna xwarinê û xerapbûna xizmetguzariyên tendirustiyê de hişyariya li xerapbûna rewşa Rojavayê Kurdistanê û navçeyên dinê bin desthilata Birêveberiya Xweser de dide.

Kerîm Mehmûd Berpirsê Nivîsîngeha Lîjneya Navdewletiya Xaça Sor li bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê ragihand “Bandorên şer, kêmbûna avê, kêmbûna xorek û derman, kêmbûna kehreba, xerapbûna warê aborî û ji destdana derfetên kar û bilindbûna nirxên pêdiviyên wan yên wekî Korona, cihê dilgiraniyê ji bo milyonan kesên li Bakûrê Rojhilatê Sûriye dijîn peyda kiriye”.

Heman demî de Fabrîzyo Karbonî Birêveberê Leqa Rojhilata navîn ya Lîjneya Navdewletiya Xaça Sor ragihand “Metirsî heye ku qeyranên kûr xeraptir bibin. Eve di demek deye ku bala cîhanê li ser şewba Korona ye û zêde girîngî li vî warî de jî nayê dayîn”.

Hişyariya Lîjneya Navdewletiya Xaça Sor di demek daye, ew xalên tixubiyên li rêyên wan ve xorek û pêdiviyên din digihişt Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine kêmkirin.

Back to top button