Civak

Li Darahînê şer: kuştî û birîndar hene

Li Bingolê navçeya Darahînê di navbera leşkera û çekdarîn PKK-ê de şer derket. Li gora agahdariyên medya tirkî, di şer de 3 çekdarên PKK-ê û leşkerek û korucuyek jî jiyana xwe ji dest dane. Herweha  8 leşker jî birîndarin.

Li gora ku medya radigihîne, îro sere sibehê leşkera li gel koruyuciya operasyonek li devera Darahînê pêkdianîn. Di operasyonê de rasta hinek çekdarên PKK-ê bûn û şer derket. Di şer de heta niha 3 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dane. Herweha leşkerek û koruyucuyek jî jiyana xwe jidest daye. 5 leşker û 3 koruyucu jî birîndarin.
Li gora ku tê ragihandin heja li herêmê şer berdewam e.

Balkêş e ?
Close
Back to top button