Polîtîk

Serokê Kurdistanê bi Tevgera Goran re civiya

Îro sêşemiyê 24.04.2012ê, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Newşîrwan Mistefa serokê Tevgera Goran û şanda digel ku, ji Osmanê Hacî Mehmûd, Mistefa Seyîd Qadir û Yusif Mihemed Sadiq pêkhatibû, kir.

Di hevdîtinê de ku,  Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê amade bû, çendîn pirs û mijarên aktuel û gerim di rojeva Îraqê û herêma Kurdistanê de hatin nirxandin.

Li gor çavdêrên siysî, armanc ji vê hevdîtinê rêxistin û aramkirina têkeliyên navbera aliyên desthilatdar û aliyên opozisyonê li herêma Kurdistanê û rêkxistina navmala kurd bû. 

Yek ji maijarên seke yên civînê kirîza siyasiya Îraqê û alozbûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bû ku, herêma kurdistanê weke yekhelwest li heber hikûmeta Malikî tevbigere.

 Weke tê zanîn piştî serokê Kurdistanê ji gera xwe ya Amerîka û Ewropayê vegeriyay, biryar daye ku digel hemû aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê bicive û weke yek deng û yek helwest bin li hember Bexdayî. Li vî esasî,  duhî serokê Kurdistanê bi hemû aliyên siyasyên herêma Kurdistanê re civiya, lê Tevgera Goran amade ne bû, ji ber hindê serok Barzanî îro digel Goranê civiya. Tê çaverêkirin ku, ji bon açareaerkrina aloziyên  Îraqê, serokê Kurdistanê digel aliyên îraqî jî bicive

Back to top button