Li Îbrahîm Xelîl 5 mehan de nêzîkî 16 hezar ton kelûpelan ji navbirin
Li gor zanyariyên Peywendî û Ragihandina Komelgeha Derbasgeha Navdewletiya Îbrahîm Xelîl li 5 mehan de nêzîkî 16 hezar ton kelûpelên ji aliyê tirkiyê ve hatîn ku li gor Kurdistanê neguncaw bûn hatin ji navbirin.
Di daxuyaniya Peywendî û Ragihandina Komelgeha Derbasgeha Navdewletiya Îbrahîm Xelîl de hatiye eşkere kirin, li rêkefta 01.01.2020 ê heta sipêdehiya 18.05.2020 ê (15.997.348)kg pazdeh hezar û neh sed û noht û heft ton û sê sed û çil û heşt kîlogram keresteyên cûr bi cûr li Taqîgeha Komelgeha Derbasgeha Navdewletiya Îbrahîm Xelîl hatine zivirandin û ji navbirin. Ji ber ku ew kelûpel di gel rênimayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê negûncaw bûn. Beşek ji wan kelûpelan ji keresteyên (tendirustiyê, xwarin û vexwarin, kozmetîk, veterinerî, çandin, bînasazî) yê pêkhatibûn.