Mario: Gotin emê 250 hezar dolar bidin te ala Kurdistanê bilind neke
Mario Rudeboy Saeed li ser rûpela xwe ya facebookê peyameke nû belav kir û dide zanîn ku hinek Britaniyan jêre gotine emê 250 hezar dolar bidin te ala Kurdistanê bilind neke û ala Britanya bilind bike.
Mario peyama xwe de nivîsiye: Berpirsiyarî erkekê girane em hemû rûbirûyê van pirs û pirsiyaran dibîn, eve jî hilgirtîna ala Kurdistanê ye, eger tu dixwazî karekê baş bikî çendîn gumanan ji bo te dirust dikin, dibêjin başe ji bo çi dike ku berjewendiya xwe têde nebê, ku hîç hewlek jî nedî dibêjin başe ji bo çi dev jê bernadê karekê nikare bike û nake, gelo ji we dipirsim li vê navberê de çi bikîn baştire.
Her wiha berdewamiya peyama xwe de Mario dibêje: Ew dema ku 250$ hezar dolar dane min ku tenê ez ala Kurdistanê bilind nekim. Lê belê min nekir?
Têbînî: Hîç tiştek wekî hez û xeyal nîne ji bo wê karê ku tu jê hez dikî dinya berfirehe û her ji ber eve ye jî me hemûyan bîr û ramanên cûda heye ji bo karan.