Kultur

Pilingê Reşê Kurdistanê xwediyê kembera zêrîn a Britanya ye

Meriwan Karwan naskiriye bi navê Mario Rudeboy Saeed(29) û bi nasnavê Pilingê Reşê Kurdistanê bikartîne û xelkê bajarê Silêmaniyê ye û nêzîkî 20 sale welatê Britanya dijî û li lîstikvaniya MMA de xwediyê zêdetirê 130 yariyên cûr bi cûre û her wiha heta niha li ser asta Ewrupa û Asya 5 kemer(piştên) wergirtiye li Britanya jî kemera zêrîn wergirtiye. Her wiha Mario xwediyê çar holên werzîşî ye ku li nava wan salon û holan de xort û ciwanên li Britanya fêrî vê werzîşê dike.

Mario li beranber wan kesên ku hez ji ala Kurdistanê nakin û rikê wan ji ala Kurdistanê tê, gelek bi tundî bersîva wan dide. Mario li hevpeyvîneke taybet de li vî derbarî de dibêje: Li yekem yariya min da, kesê beranberê min ala Kurdistanê ji pişta hilda û avêt û sivikatiyê li ala Kurdistanê kir, Min jî gotê yan tê li vir min bikûjî, yan jî ezê li vê lîstokê de serbikevim. Li 55 saniyeyan de, min wî li erdê da û lingekî wî şikest û heta hetayê nikarê beşdarî vê yariyê bike. Ji ber wê jî her li wê demê ve min ji xwe re got, kê sivikayetiyê li ala Kurdistanê bike yan ezê wî bikûjim yan jî wê ew min bikûje.

Her wiha Mario dibêje: Ala Kurdistanê ji bo min ne tenê perçe qûmaşeke, me çendîn şehîd dane û gelek xwîn rijandiye, ez nikarim bibêjim ez Pêşmerge me, ji ber ku min Pêşmergeyetiyê nekiriye, ew birayên minên Pêşmerge ji aliyê xwe ve xizmetê dikin, lê belê ez jî, ji aliyê xwe ve dikarim bi vî awayî xizmetê li welatê xwe û ala xwe bikim. Ji ber wê yekê jî kê dijî ala me sivikayetiyek bike, li gor xwe ez jî bersîva wan didim.

https://www.facebook.com/mariorudeboy7/videos/3054955331259003/
Back to top button