Polîtîk

Zimanê danustandinê, di navbera Kurdan de

Min hewl daye li her rûdan û pêşhatekê de, nêrîn û axaftina xwe diyar bikim. Jiyan helweste û divê em herdem piştevanê rastiyê bîn. Min hewl daye ku guncayîtirîn peyvan bikar bînim û ji sînorê rêz û hurmetê derneçim. Qebxwaziyê dikem eger carekê bi tenê jî min pêşdestî kiribe ji bo daketîna ser hîç aliyekê siyasî. Ew beşa nivîsên ku li ser aliyên siyasî ye, bersîva wan aliyan û karakterên wane. Ez hem kadîrê partiyeke xwedî seng û kênca li qada Kurdistanê me û hem kesekê neteweyî me û min bawerî bi niştimanê Kurdistanê û gelê Kurdistanê û mafê wan yên ji bo rizgarî û serxwebûnê heye. Nivîsînên min jî di vî çarçoveyê dane.

Hemû rojê temaşe dikim şîroveyên wan kesên postên min dibînin, cihê keserê ye gelek şîroveyên nehêja û xeberên kolankî dinivîsin. Xeber û axaftinên kirêt jê dibim. Mixabin temaşe dikim profilên wan, ewên axaftinên kirêt û dijunan didin piraniya wan ewin yên profilên wan pirin ji ayetên Quranê û hedîsên Pêxemberî. Pîrozbahiyên cejn û helkeftên olî li hemû misilmanan dikin. Ji bo min gelek ecêb û seyr bû ev hemû ziman pîs û xeber bêje dîndarin. Min pêdaçûnek kir bi rûpelên wan kesên ku rexneyên tund û lojîkî digrin, piraniya wan ew kesin ku nîşanên dîndariyê li ser profilên wan nebûn. Ez gihiştim baweriyê ku aliyên îslama siyasî nivşekê ezman pîs û bêlojîk perwerde dikin, Eve hêdî hêdî edeb û perwerdeyê di nav civaka Kurdistanê da nahêlin. Di demekê dirêj da dê ziyanên mezin li bin sitra civakê bide. Eve jî guneha wan lawan nîne. Dema li ser astên bilind kadîrên serkirdayetiya wan tên û bêyî hizir kirina li ser encamên axaftinên wan, çavên xwe digrin û çi dixwazin dibêjin, ew jî çav lêdikin. Baştir bû berî Parlemen neçar bibe parêzbendiyê li ser Soran Omer raket, Komela Îslamî stopek pê lêdaba. Axaftinê gumrik li serin.

Elî Ewnî 08.05.2020

Back to top button