Sadam çû, Nûrî hat û Şaristanî pêre
Bi salan e ku giriftên gelekî girîng di nava desthilatdarîya Bexdê û desthilatdarîya başûrê Kurdistanê de berdewam in. Lê ev girift û serêşan, ji dema ku Nûrî malikî bûye serkwezîrê Iraqê gelektir bûnin. Ji sala 2007 an heta niha, desthilatdarîya navendî ji dêla ku van girift û serêşanan di paralamentoya Baxdayê de çareser bikê, aloztir bûnin û binpê kirinin. Li gor van kirinan Malîkî tewanbar e û makzagona Iraqê jî xistîyê bin lingên xwe û lewitandîye.
Maddeya 140 î ku gerek ji zûve pêkhatiba, bi mantalîteyek dîktatorî û bi kirinên xwe ên ku neyartîya kurdan dike avêtîye alîyekî. Ji bo ku maddeya 140 î pêkneyê hezar dek û dolaban û derewan digerînê. Wezîrê petrolê Hisên Şaristanî jî li borîya derewan dixê û bi heman metodê li dijî kurdên bê guneh dengekî gelekî nexweş ku merev nikarê tehamûl bike derdixê. Yaseya gaz û niftê; bi cih nebûye. maddeya 140 î; Pêknehatîye. Deynên hevparên ku li Kurdistanê nin 1,5 milyar dolar e hêjî nedan e. Petrolê bi kaçaxî û bi dizî difroşin.
Ger merev dîktatorîya Sadam û a Malikî li berhevxê, merev di nav wan de ferqê nabînê. Sadam di 11 adarê 1970 yî de peyman mohir kir û pêknanî û piştî çar salan lingên xwe li peymanê xist. Sadam, petrola kurdan firoşt, çek pê kirîn û li dijî kurdan bi kar anî. Malîkî jî amadebûna heman tiştî dike.
Yaseya ku xelkê ji sedî heştîyî dengên xwe daynêyê lingên xwe lê xistîye. Peymana ku li Hewlêrê hatîye mohirkirin, di serserê xwe re avêtîye. Hesabê parlamentoya Iraqê nakê. Bi sere xwe biryaran didê û gotina xwe kirîye qanûn. Gerek ji hatina petrolê an jî ji a Iraqê ji sedî hivde bibê para kurdan, wê parê jî timam nadê. Li dora ji sedî dehan didê û ên din dixê. Malîkî dixwazê bi petrola kurdan firokeyên cengê bikirê û bi wan li kurdan xê. Demokrasî û pêkhev jiyana xelkên Iraqê danîye alîyekî û xwe pê jî nahisînê.
Lê bila Malikî û Şaristanî zanibin, demokrasîya ku li Iraqê hatîye avakirin bi xwîna kurdan pêkhatîye. Sadam, bi xwîna kurdan hat xistin. Pêkhevjiyana xelkên Iraqê bi xwîna kurdan misoger bûye. Kurd, hatina diktatorekî din qebûl nakin. Bi taybetî tehamûla kurdan û gelemperî a xelkên Iraqê ji xezeba Nûrî Malîkî û mantalîteya wî a dîktatorî re nemaye.
Felemez Akad
2012 04 06