Civak

Li Reqqa gorên bikom de zêdetirê 5000 term hatine dîtin

Rojnamevana Japonî Eiko Tamamoto serdana goreke bi kom ya kesên ji aliyê Daîşê ve dihatin kûştin kiriye ku li termê wan li girekî başûrê bajarê Reqqaye.

Rojnamevan Eiko Tamamoto nivîsiye: Ji ber ku Reqqa demekê paytexta Daîşê bû, gelek li vî bajarî hatine dagehkirin û sêdaredan û serjêkirin. Li girên li başûrê bajarê Reqqayê tê pêşbînîkirin ku gelek gorên bikom yên din jî hebin.

Ev gora bikom li payiza sala par hatiye dîtin û niha 19 kes ku ji doktor û kesên dinên pîspor pêkhatine, hewl didin lêkolînên berfirehtir encam bidin. Li vir gelek hestiyên mirovan heye ku hatine perçekirin. Destên ku hatine girêdan têne dîtin.

Berî 5 salan dîmenê yekem kesê ku serê wî hatibû birîn li vir hatibû girtin. Ji bilî rojnamevanên Britanî û Amerikî, Kenji Goto û Haruna Yukawa (ku du rojnamevanên japonî ne) ji aliyê wan ve hatibûn kûştin.

Her wiha nivîsiye li gor zanyariyên Ehmed Akuş sala derbasbûyî heta meha cotmehê termê 5.000 kesan zêdetir dîtine. Helbet ew têkilhevin hem malbat û kesên nêzîkî ser bi Daîş û hem jî ew kesên ji aliyê Daîşê ve hatine kûştin, em cûda nakin û wekî mirov li ser wan lêkolînan dikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button