Polîtîk

Belgeya te hebê ji Dadgehên Kurdistanê netirse

Ciwan Yunis Rojbeyanî Parlementera PDK li Parlemena Kurdistanê di derbarê hilgirtina parêzbendiyê radigihîne, her kesek piştrast bê bi belgeyên xwe, nabê ji Dadgeh kirinê bitirsê.

Ew Parlementere eve jî zelal dike li her dû xulên çarem û pêncemên Parlemena Kurdistanê peyrewa navxweya Parlemen hatiye hemwar kirin û deng li ser hatiye dayîn. Behsa ewe jî dike, gelek bi eşkere derdikevê axaftina li ser hilgirtina parêzbendiyê mebest ewe ye ji rêder xistin û rêgirîkirine li daxwaziyên yasayî.

Di derbarê karê dadgehê jî li ser dosyeya Soran Omer dibêje: “Kesek piştrastbê bi belgeyên xwe nabê ji dadgehî kirinê bitirsê”.

Tekez li wê yekê jî dike, ewê zêdetir guman dirust dike tohmetên nerast yên Soran û ew kesana ku piştgîriyê lê dikin. Ji ber ku birastî navbihurî bi sûdwergirtina li parêzbendiya Parlementeriyê rastiyan têkdaye û şêwandiye û buxtanê bi kesek dike ku dixwaze herêmeke bextewer û Kurdistaneke bihêztir ava bike.

Back to top button