Exxon berdewame û axaftinên Bexdayê pûç in
Wezîrê Samanên Siruştî yê Herêma Kurdistanê ragihand ku kompaniya Exxon Mobil dê girêbestên xwe yên digel herêmê cî bi cî bike.Ashty Hawramy, Ashti Hawrami,Waziri Samana Srushtiakan
Li gorî nûçeya malpera Bolympirj a amerîkî, Aştî Hewramî, duhî, di kongreke rojnamegeriyê de li Washingtonê daxuyand ku Exxon girêbestên xwe digel Herêma Kurdistan hilnewşandine û axaftinên Wezîrê Petrolê yê Iraqê jî derewandin.
Hewramî got, “Digel rêz de, daxuyaniyên ku ji Bexdayê derdikevin 90% ji wan pûç in.”
Hewramî aşkere kir ku Exxon her roj nûçeyan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re dişîne û pêwendî digel heye û kompanî jî pêgirê girêbestên xwe yên ku digel herêmê îmze kiriye.
Duhî, Wezîrê Petrolê yê Iraqê Ebdilkerîm Luayîbî di kongreke rojnamegeriyê de ragihand ku hikûmeta Iraqê peyamek ji kompaniya Exxon wergirtiye û tekîd dike ku kompaniyê girêbestên xwe yên digel hikûmeta herêmê hilweşandine.
Di 18ê cotmeha sala borî de, hikûmeta herêmê 6 girêbestên kolandina bîrên petrolê digel kompaniya Exxon îmze kir, lê hikûmeta Iraqê dibêje ew girêbest neyasayî ne.(Aknews)