Cîhan

Em bi diyalogê dikarin rewşa kurdan biguherin

Wezîrara hevkarî û pêşdebirinê ya Swed, bersiva rexneyên rojnemevanê kurd Kurdo Baksî da.

Wezîra Swedî Gunilla Carlsson bersiva rexneyên rojnemavanê kurd Kurdo Baksî û Murat Kuseyrî da. Carrlsson 21-23-ê Adarê serdaneke Tirkiye kir komik hevdîtin li gel wezîr û rayadarên Tirkiye pêkanîn.

Carlsson dibêje: Li Tirkiye min li gel cîgirêserokwezîr Ali Babacan, wezîrê Yekitiya Ewropa Egemen Bagiş, wezîrê dadê Sadullah Ergin û wezîra malbat û karên civakî Fatma Sahin hevdîtin kirin û pêwendî danîn.

Em li ser ketina Tirkiye ya YE û pişgiriya Swed ji bo ketina wan ya YE sekinîn. Min li gel wezîrê tirk Egemen Bagiş, li zanîngeha Bilgi konferansek pêkanî û pirsa kurd di tê de me her tişt vekirî gotubêj kir. Herweha me li gel hev serdana pêşengeha hunermendê kurd  Ahmet Gunestekin jî kir.

Wezîra Swedî dibêje:min gelek vekirîli gel rayadarên Tirkiye û li himber medyayê  behsa rewşa kurda kir û herweha min behsa rewşa kurdên suriye jî kir û pişgiriya xwe ji bo wan vekirî ragihand.

Carlsson beşek di bersiva xwe de dibêje: Ez Kurdu Baksî û kurdên din tê digihim ku baweriya wan li hukumeta Tirkiye naye. Lê hukumetê gavên girîng avêtine. Em bi havkarî û dayin standina hukumetê re dikarin rewşa kurda biguherin.

Back to top button