Haya hikûmetê ji pilana nû tu ne
Çend roj berê hikûmeta Tirkiyeyê pilaneke nû ji bo çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê ragehand. Gelek çavkanî didin xuya kirin ku hikûmeta Tirkiyeyê neagadarî wê pilana nû ne.
Li gor malpera Gazeteoku a tirkî ku, çavkaniyeke nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê jê re eşkere kiriye, hikûmeta Tirkiyeyê ne agadarî pilana nû a hikûmetê a ji bo çaresrkrina pirsa kurdî ye. Gazeteoku dinivîse ku serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan di preskonfrensekê de hasa ji wê pilana nû nekir, lê:
– Hikûmetê bixwe ageh ji wê pilana nû nine. Ne Bulent Arincî cîgirê serokwezîr, ne Beşîr Atalay mihendisê pirosesa vebûna kurdî, ne Îdrîs Şahîn wezîrê navxwe û ne jî Hisên Çelik Cîgirê serok û berdevkê Ak Partiyê ji vê pilan û stratejîka nû ne haydar in.
Çavkanî dinivîse ku ya giring ewe ka ji bo vê pilana nû a hikûmetê kurd bixwe çi dibêj in, ji ber hindê pêwîste beriya her kesî pirs ji kurdan bê kirin ka gelo ew li hember vê pilan û stratejîka nû a hikûmetê çi dibêj in.