Civak

Hikûmet 200 hezar derfetên kar li Kurdistanê radigihîne

Serokê Desteya Veberhênana Herêma Kurdistanê ragihand zêdetir hezar helên veberhênanê li Kurdistanê ragihand ku hejmareke zêde derfet û hela kar direxsêne‌.

Dr. Mihemmed Şukrî Serokê Desteya Veberhênana Kurdistanê ragihand ew projeyên li warê veberhênanê radigihînin ji Wezaret û yekîneyên îdariyên wergirtine û ji çendîn cûreyên cûda pêkhatiye. Lê belê zêdetirê wan li warê pîşesazîdane û geştuguzar(turizm) jî li pileya duyem tê û projeyên warê çandinê jî li pileya sêyeme.

Dr. Mihemmed Şukrî eşkere kir: “Ji wan 1.055 projeyan 461 ê wan li warê pîşesazîda dibin û 227 yan geştuguzarî û 113 ê wan jî warê çandinê ne”.

Dûpat jî kir ku li encama wan projeyan de 200 hezar helên kar direxsê û merc jî eweye ku li hemû projeyên veberhênanê sûd li karîn û şiyana navxweyî werbigrin‌.

Serokê Desteya Veberhênanê balkişand li ser wê yekê ku mebesta wan ewe girîngiyê bi berhemên navxweyî ya Kurdistanê bidin û got: “Bingeheke girîngê aboriyê li Kurdistanê tê pêkanîn‌” bu ku bikarîn çavkaniyên dinê dahatê peyda bikîn.

Her wiha got: Niha 120 kargehên pîşesaziyê li Kurdistanê de kar dikin ku ew kargeh ji bilî pêwîstiyên navxweyî, berhemên xwe dişînin derveyê Kurdistanê jî.

https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/678579492711829/
Back to top button