Kurdistan 1.055 projeyên nû radigihîne

Serokê Desteya Veberhênana Kurdistanê îro yekşem 03.05.2020 li civîneke rojnamevanî da 1.055 projeyên veberhênanê ragihand ku zêdetirê wan projeyan li warên pîşesaziyê dane.

Dr. Mihemmed Şukrî Serokê Desteya Veberhênana Kurdistanê ragihand ew projeyên li warê veberhênanê radigihînin ji Wezaret û yekîneyên îdariyên wergirtine û ji çendîn cûreyên cûda pêkhatiye. Lê belê zêdetirê wan li warê pîşesazîdane û geştuguzar(turizm) jî li pileya duyem tê û projeyên warê çandinê jî li pileya sêyeme.

Dr. Mihemmed Şukrî eşkere kir: “Ji wan 1.055 projeyan 461 ê wan li warê pîşesazîda dibin û 227 yan geştuguzarî û 113 ê wan jî warê çandinê ne”.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: