Civak

Seîd Gabarî zindî ye û rewşa wî başe

Dr. Welatî Îbrahîm Akreyî ku çareseriya Seîd Gabarî dike ragihand Seîd Gabarî tûşî şêrpençeya sîng bûue û şêrpençeya wî gihîştiye mejiyê wî û li Hewlêrê li bin çavdêriya pizîşkî daye.

Seîd Gabarî berî sê rojan nexweş ketibû û li gor zanyariyên pizîşkî, tuşî nexweşiya şêrpençeya sing bûbû.

Seîd Gabarî xelkê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, yek ji hunermendên navdarê Kurd bû û çendîn stranên xwe yên şoreşgerî, evînî û folklorî yên navdar heye.

Gabarî li gel wê yekê ku çavên wî nedidît û nebîn bû, çûye nav Pêşmerge û wekî hunermendek li rêzên şoreşê da beşdarî kiriye.

Seîd Gabarî li sala 1956 ji dayikbûye û nêzîkî 50 sal stranan gotiye û bavê heşt zarokan bû.

Balkêş e ?
Close
Back to top button