Sofî li nexweşxaneyê serdana Seîd Gabarî kir

Êvariya îro pênçşem 30.04.2020 Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê li nexweşxaneyê serdana hunermendê navdarê Kurd Seîd Gabarî kir ku ji ber nexweşiyê li Hewlêrê li bin çavdêriya pizîşkan daye.

Parêzgerê Hewlêr li serdana xwe da ji bilî wê yekê ku li rewşa tendirustiya hunermend Seîd Gabarî pirsî, hêviya tendirustiyekî baş û bi lez başbûnê ji bo wî xwest û amadehiya hemû piştevanî û hevkariyekî bi mebesta çareserkirina wî nîşanda û daxwaz ji pizîşk û karmendên tendirustiyên nexweşxaneyê kir ku hemû xizmetekî tendirustiyê pêşkêş bikin û bi tevahiya şiyana xwe ve hewl bidin ku rewşa tendirustiya wî baştir bibe.

Seîd Gabarî berî du rojan nexweş ketibû û li gor zanyariyên pizîşkî, tuşî nexweşiya şêrpençeya sing buye.

Nerîna min :