Civak
Ji Agiriyê rûpêç ji bo Trump û stêrkên Hollywood ê şandin
Savci Sayan Serokê Bajarvaniya Agiriyê ji bo Donald Trump Serokê Amerîkayê û lîstikvan û stêrkên navdarên Hollywood ê re rûpêç şandin.
Savci Sayan Serokê Bajarvaniya Agiriyê ji bo xwe parastina ji şewba Koronayê, ji Donald Trump Serokê Amerîkayê, lîstikvan û stêrkên navdarên Hollywood ê re rûpêç şandin. Ji bo her yek paketeke rûpêç jî nameyeke taybet ji bo Amerîkayê hate şandin.
Serokê Bajarvaniya Agiriyê daye zanîn ku ji ber ku li Amerika kêmasiya rûpêçan heye ewan van rûpêçan şandiye û dibêje divê her tim alîkariyan hevdû bikîn. Bi giştî ji bo 371 kesan rûpêç ji bo Amerîkayê hatine şandin.