Dosya

Exxon Mobil li Kurdistanê li petrolê digere

Berpirsên hukûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kirin kû kompaniya Exxon Mobil di lêgerîna petrolê de berdewame û di pêkanîna girêbestên xwe de li gel Herêma Kurdistanê kompaniya navbirî karên xwe li herêmê encam dide, çûnkî berî niha Hukûmeta Iraqê ragihandibû kû, wê kompaniyayê girêbestên xwe li gel Herêm Kurdistanê ragirtine.

 

 

Li gora ajansa PNA di nûçeyek ya xwe de radigihîne: Di heyva mijdara par 2011 de hukûmeta Herêma Kurdisanê eşkere kir kû kompaniyaya Exxon Mobil ya Emerîkî girêbesta Petrolê li gel Herêmê mohir kiriye, bi mebesta pêşxsitin û lêgerîna Petrolê li şeş navendên petorlê de. Ev yek hukûmeta Iraqê tengav kiriye û berpirsên Bexdadê hemû hewldanên xwe xistine kar bo neçarkirina vê kompaniyayê da kû girêbestên xwe li gel hukûmeta Herêma Kurdistanê hilweşînê.

Piştî mohirkirina girêbesta Petrolê di navbera Herêma Kurdistan û Kompaniya Exxon Mobil kû yek ji mezintirên kompaniyayên Cîhanê ye di beware dîtin û pêşxistina berhemanîna Petrolê de, eve yekem care berpirsên Hukûmeta Herêma Kurdistanê eşkere dikin kû, Exxon Mobile niha li ser kare bo dîtina Petrolê li cihên kû bo wê hatine destnîşan kirin.

Berpirsekî bilindê wezareta samanên sirûştiyê hukûmeta herêma Kurdistanê kû egehdarê tevahiya girêbestên di navbera Herêma Kurdistan û kompaniya Exxon Mobile` e, belê ne xwest nave xwe eşkere bike bo rojnameya Rûdawê ragihand “ Gotinên wezîrê Petrola Iraqê ti binameyeke xwe nînin û Exxon Mobile di karên xwe de yên ser bingeha girêbesta di naber me de berdewame û ne tenê berdewame, niha li Hewlêr û çend cihên din dest bi lêgerîn û dîtina petorlê kirine jî.”

Şemiya bûrî Ebdulkerîm Le`êbî, wezîrê Petrola Iraqê ragihand kû kompaniya Exxon Mobile nameyeke bo hukûmeta Iraqê rêkiriye û têde hatiye kû girêbesta li gel Hukûmeta Herêma Kurdistanê rawestandine, “di 5 adara sala bûrî nameya rawestandina girêbesta Exxon Mobile li gel herêma Kurdistanê gihiştiye”.

Serokê dîwana serokayetiya Herêma Kurdistanê, Fûad Husên, piştî gotinên wezîrê petrola Iraqê ew nûçeya kû wî gotiye ret kir û ragihand kû kar û xebatên kompaniya Exxon Mobile li Herêma Kurdistanê berdewame û “ Ew tenê gotina wezîrê Petorlê Iraqêye”.

Ev daxwiyaniya wezîrê Petrola Iraqê di demeke weha de hatiye kû, di roja heştê vê mihê de Rêkis Debilyû Tîlerson, serok û birêveberê bêkhênerê Kompaniya Exxon Mobile li dema beşdarbûna kombûneke Abûriyê de li bajarê New York, derbarê girêbestên li gel Herêma Kurdistanê ragihand “ Em bi girêbestên xwe yên li gel herdû hukûmeta herêm û hûkûmeta Iraqê ve girêdayîne.”

Wekî din wezîrê samanên sirûştiya Herêma Kurdistanê weha dibêje “ Ev nimûne harî zelale kû hukûmeta Iraqê ne raste ew nameye kû basa wê dike tiştekî xeyalîye, çûnkî ew dibêjin di 5 heyvê de nameya rawestandina girêbesta Exxon Mobile li gel Herêma Kurdistanê gihiştiye wan, lê kompaniya bi xwe di 8 vê mihê de dibêje em bi girêbestên xwe ve girêdayêne, ev gotin wê yekê eşkere dike kû, hinek berpirs li Bexdadê dixewazin leystikên siyasî bikin da kû navên xwe biparêzin û da kû şikestinê xwe yên siyasî veşêrin weha dikin.”

Hukûmeta Iraqê li demên bûrî de ragihandibû kû her kompaniyayek bixwaze li gel herêma Kurdistanê girêbestan muhir bike divê bi rêya Hukûmeta Iraqê re pêkwere û heta weke niha wezareta samanên sirûştiyên hukûemeta Herêma Kurdistanê 47 girêbestê berhemanîna Petrolê li gel kompaniyayên biyanî mohir kirine û bê kû pirsê ji Bexdadê bike, ev yek hukûmeta Bexdadê tore kiriye, bi taybet jî piştî ragihandina mohirkirina girêbesta Exxon Mobile li gel hûkûmeta herêma Kurdistanê. Ji aliyekî din ve Husên Şehristanî cêgirê serok wezîrên Iraqê bo karûbarên wize (Enerjî) ew girêbest bi ne yasayî da zanîn.

Piştî wê Bexdadê gef li Kompaniya Exxon Mobile xwarin kû eger ew girêbestên xwe li gel Herêma Kurdistanê ne hilweşîne, ew dê li gera çaremîne pêşbirkiyê ku Iraqê ji mohlet bexşînê dûr dixe û pêdeçûnewe di girêbestên di navbera Bexdad û Exxon Mobile de tê kirin li palawgeha Qurne kû yek ji mezintirîn pirojeyên Petorlê li Iraqê tê nasîn.

Berpirsê wezareta samanên sirûştiya Herêma Kurdistanê eşekere dike kû, li ti cihekî destûrê de ne hatiyekû hukûmeta navendî take alî be bo mafê kontirol kirina kerta Gaz û Petrolê be û Şehirstanî jî di sala 2006 de bi eşkre ev ji deplomatkarên Emerîkî re gotiye.

Back to top button