Hevpeyvîn

Barzanî dikare navbera PKK û hikûmetê de rolê serekî bileyîze

Bi rojane di rojeva Tirkiyê de behsa projeyeke nû ya ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve tê kirin. Li gor vê projeya nû wê Qendîl û Îmralî ji derveyî çareseriya pirsa Kurd bên hêlan û gel wê mûhatab bê girtin. Serokê HAK-PAR’ê derbarê projeya di rojeva Tirkiyê de ji Rûdawê re got: “Bernameyekî berçav ku ji aliyê hikûmetê ve hatî îlankirin nîne, tenê spekulasyon û şîroveyên rojnamevanan hene.” Bozyel diyar kir ku Barzanî dikare navbera PKK û  hikûmetê de rolê serekî bileyîze.

Ev çend roje di çapemeniya Tirkiyê de behsa projeyek nû ya ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve tê kirin. Li gor projeya nû ya behsa wê tê kirin, wê Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û yên li Qendîlê ji derveyî çareseriya pirsa kurd bên hêlan û ji bo çareserkirina pirsa Kurd wê gel muhatab bê girtin.

Gotina muhatabgirtina gel, gotarekî vale ye

Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel derbarê projeya ku behsa wê tê kirin de ji Rûdawê re got: “Tiştên niha di çapemeniyê de tên belavkirin, ne tiştên konkret in. Bernameyekî berçav ku ji aliyê hikûmetê ve hatî îlankirin nîne, tenê spekulasyon û şîroveyên rojnamevanan derbarê daxuyaniyên Erdogan de hene. Erdogan jî tiştên nû nabêje û ji mêj ve dibêje, em rêxistinên kurdan muhatab nagrin û em tenê gel digrin. Ev jî gotarekî vale û ji bo çareserkirina pirsa kurd ne gotarekî kêrhatiye. Li Tirkiyê pirsa kurd, rêxistin û partiyên kurdan hene, pêwîste kesên bixwazin pirsa Kurd çareser bikin an jî gavan bavêjin, divê bi wan re bikevin nav hevdîtinan.”

Bozyel wiha pêdeçû: “Li parlamentoya Tirkiyê grûbeke Kurdan (BDP) heye, partiya me HAK-PAR û wekî din partiyên Kurdan hene. Ger hikûmet dilsoz be û niyeteke wan a çareserkirinê hebe, dikare bi vane re jî hevdîtinan bike. Lê xwiyaye mejiyê hikûmetê tevlîheve û bernameyeke wan a zelal nîne. Piştî xetimîna projeya pêşîvekirinê, niha hikûmet hinek astrûmanên din dane pêşiya. “

Serokê HAK-PAR’ê li ser pirsa gelo ‘Hikûmet ji bo çareseriyê amadeye?’ de got: “Tû bernameyek nîne. Îro ji bo tiştekî berçav ku mirov bikare bêje ji bo çareseriya pirsa kurd ji aliyê hikûmetê ve bikeve pratîkî nîne. Tenê armanca wan ewe dibêjin, emê pirsa şer çareser bikin. Ew jî ne bi rêya dilogê bi rêya şer û şiddetê. Ew jî ne rêya mantiqe û bi vê yekê pirsgirêk çareser nabe.”

Ger niyeta çareseriyê hebe, aktor hene

Li gor projeya ku behsa wê tê kirin, tê gotin ku wê di vê pêvajoyê de Ocalan û Qendîl ji derve bên hêlan. Bayram Bozyel derbarê vê yekê de jî got: “Li gor min ya giring ewe hikûmet dixwaze vê pirsê çareser bike yan na. Ger bixwaze çareser bike, muhatap ne giring in. Ocalan, PKK, BDP, HAK-PAR û yên din jî dibin. Li gel me ger niyetek hebe, ev aktor jî dikarin ji bo vê pêvajoyê bibin arîkar. Lê ger proje û nexşe rêyeke hikûmetê tûne be, meseleyên din ne bingehîn in. Li gor min ne mesela Ocalan, mesela niyeta hikûmetê meseleya bingehîne û gelo dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike yan na.”

Duh Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan diyar kir ku ti hevdîtinên wan ligel PKK’ê nîne û bêyî ku navê BDP’ê bêne got: “Ger li cihê Qendîl û Îmralî bi îradeya xwe biaxivin, em dikarin bi wan re mûzakereyan berdewam bikin.”

Tiştên îro Ocalan tîne ziman, BDP jî dikare bêne ziman

Bayram Bozyel derbarê van daxuyaniyên Erdogan de jî got: “Pirsgirêk eve, hikûmet dixwaze kîjan daxwazên Kurdan bêne cih. Tiştên îro Ocalan tîne ziman, BDP jî dikare bêne ziman. Ev jî meseleya nasnameya Kurdan, dayîna mafê Kurdan û pejirandina statûya Kurdan e. Ev jî ne şerte ku  bi Ocalan re bê nîqaşkirin, ger van mafan bide, BDP û rêxistinên din jî dikarin baxivin. Ango tiştên bi Ocalan re tên nîqaşkirin, dikarin bi rêxistinên din re jî bên axaftin. Ji bo çareseriya pirsa Kurd, efûyeke giştî û berdana girtiyên siyasî jî xaleke giring e.”

Barzanî dikare roleke dîrokî bileyîze

Serokê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel bal kişand ser rolê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya di vê qonaxê de û got: “Birêz Barzanî dikare rolekî dîrokî bileyîze. Ji ber hem ji aliyê Kurdan û hem jî ji aliyê hikûmetê ve aktorekî cihê baweriyê ye. Dikare navbera Kurdan û hikûmetê, PKK û hikûmetê rol bileyîze. Ji ber xwedî ezmûne, herêmê baş dizane û rolê ku ew bileyîze, Kurd dikarin baweriya xwe pê bênin. Ez bawerim di pêşerojê de birêz Barzanî û Herêma Kurdistanê dikarin di çareseriya pirsa Kurd de rola serekî bileyîzin.”

Duh Hevserokên KCD Ahmet Turk û Aysel Tugluk û Hevserokên BPD’ê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak pêşveçûn û peyama Newroza 2012’an û stratejiya hikûmetê ya li hemberî gelê kurd bi civîna çapemeniyê nirxandin.

Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk, di civîna çapemeniyê de diyar kiriye ku çareseriya bêyî Ocalan nayê qebûlkirin û wiha got: “Em bêyî Ocalan tu çareseriyekê qebûl nakin.” Selehattîn Demîrtaş jî got: “Ew ji bo azadiya Ocalan paşve gav navêjin.”


Mihemed Tahir /Rudaw

Back to top button