Nivîsar

Pişgiriya kurdên Rojava erkek netewiye

Eve salek li ser şoreşa Suriye re derbas dibe. Bê goman ji bo kurdan di nawenda pirsa şoreş a Suriye de pirsgirêka kurd heye. Gelo sibe şoreşa Suriye serbikeve û rejima Esad biruxe dê rewşa kurdên Rojava çewe bê? Bersiva vê pirsê ji bo tevgera kurd gelekî girîng e. Destkeftiyên kurdan li suriye gêrêdayî rewşa wan bi xwe ye jî.

Di rastiya xwe de di opozisyona Suriye hemiyê de kurd ji herkesekî bêhtir bi rêxistinin. Mimkine gelek partiyên kurdan hebin û gelek grubên cuda di tevgera kurd de hebin. Heyina gelek partî û gruban nayê wateya ku kurd ne bi rêxistinin.

Piştî avakirina Encumên a Niştimanî ya Kurd li Suriye ji bo tevgera kurd pêvajoyek nû destpê kir. Ji ber ku Kurd bi awayek fermî ji aliyê hinek welatên Ewropa û Amerîka ve hatin naskirin û herweha bi awayek fermî li gel welatên wek Amerîka, Fransa û Ingiltere hevdîtin hatin kirin. Niha kurd aktorek serekene di şoreşa suriye de. Bê goman pêwendiyên kurda li gel Encumena niştimanîya Suriye li gora daxwaz  û destxistina mafê rewa yê gelê kurd e. Yanî kurd bi qebulkirina daxwaziyên xwe dikarin li gel Encumena Niştimaniya Suriye kar bikin yan jî bi cureyekî hevkariyê bikin.

Ji berî niha heftiyekî Encumana Niştimanî ya kurd li Suriye û Encumena Niştimaniya suriye li Hewlêrê civînek hevbeş kir. Lê negihatin encamekî ku kurd tevlî Encumena Suriye bibin. Sedem Encumen a Suriye daxwaziyên kurda pêşniyar kirîn qebûl nekirin.

Niha piraniya partiyên kurdên suriye di nav Encumena Niştimaniya Kurd de cih digirin.Lê kêmasiyek bê jî hinek rêxistin ji derê encumenê mane. Herweha hinek tevgerên gencan jî heja tevlî encumenê nebûne. Lê li gora ku dixweyê hemî jî amadene ku li gel hev kar bikin û tu nakokiyek zêde di nav wan de naxweyê.

Kurtahî rewşa kurdan gelemperî li suriye ne xirab e û roj bi roj ber baştirbînê ve diçe. PDY û siyaseta PKK li Kurdistana rojava pirsgirêka herî mezin e. PYD bi awayekî alîkariya rejimê dike û ji tevgera kurd cuda hereket dike. Ji aliyek din ve carcaran li gel Encumênê di nav pêwendiyekî de ye. Ev pêwendî erêniye. Lê PYD di vê pêwendiyê de,ne cihê baweriyê ye û di helwesta xwe de ne zelale.

PYD li suriye siyaset a PKK-ê rêve dibe û beşek ji PKK-ê ye. Gelek xwepêşandanan de pişgiriya rejimê eşkere kiriye. Ev yek dibe tehdîtek mezin li ser tevgera azadixwaz li Kurdistana Rojava.

Herweha vê yekê ve girêdayî daxuyaniya  berpirsê KCK-ê Murat Karayilan, di derbarê helwesta Tirkiye ya li ser rewşa suriye gelekî balkêşe . Karayilan dibêje “ Eger Tirkiye midaxeleyekî li dijê suriye bike, ew qebul nakin dê Kurdistanê bikin qada şer. KCK cardin di bin navê parastina kurdan de li rejima Suriye xwedî derdikeve. Ev yek jî bingehê siyaseta PYD-ê li suriye diyar dike.

Siyaseta Tirkiye ya Suriye ne li gora helwesta hukumeta Tirkiye ya li Bakurê Kurdistanê û dijiyetiya PKK-ê ye.  Tirkiye rewşa herêmê ve girêdayî û li gora siyaseta Amerîka li rewşa Suriye dinêre. Tirkiye baş dizanê ku Kurdistana Başûr vekirî pişgiriye tevgera kurd li Rojavayê Kurdistanê dike. Di vê derbarê de daxuyaniyên serokê Kurdistanê gelek zelalin.

Herweha civînên li Tirkiyê çêdibin  de berpirsên tevgera kurd li Suriye amade dibin û bi awayek vekirî daxwaziyên kurda tînên ziman. Ev yek jî dide xuyakirin ku Tirkiye di rewşa îro de nikare bibe asteng li himberê daxwaziyên kurdan li Kurdistana Rojava. Bê goman Tirkiye di nav opozisyona Suriyê de herî zêde û vekirî pişgiriya rêxistina Birayên Misilman dike.

Nabê ku kesek li ser rewşa Kurdistana Rojava bazariyê bike û tevgera kurd li Suriye bike qurbanaiya hinek pêwendiyên rêxistinî yên rojane. Ya herî rast û girîng ewe ku, kurdên beşên din li gora daxwaziyên kurdên suriye ji bo destkeftina mafên xwe yên rewa dikin, pişgiriya wan bikin. Pişgiriya tevgera azadixwaz a Kurdistana Rojava erkek netewiyê û ji derê vê her gava bê avêtin dibe asteng di rêya destkeftiyên mafê kurdan li suriye.

25.03.2012
Dara Bilek

Back to top button