Polîtîk

Obama û Erdogan hevtînek girîng pêkanîn

Li Seul paytextê Koreya Başûr serokê Amerîka Obama û serokwezîrê Tirkiye hevtînek dirêj pêkanîn. Hevtînê de giranî li ser rewşa Suriye û serdana Erdogan ya Îranê hate sekinandin.

Piştî hevdîtinê Obama û Erdogan konferansek rojnemevani de behsa naveroka civînê kirin û bersiva pirsên rojnemevanan dan. Obama di derbarê Îranê de got: Divê di rewşa Îranê de hinek pêşkeftin pêkwerê. Herweha  hat diyarkirin ku serdana Erdogan ya Îranê piranî wê pirsa suriye bê rojevê.

Li gora rojnemevanek Tirkî Erdogan û Obama li ser serdana serok Kurdistanê ya Amerîka jî sekinîne û Tirkiye ji Obama daxwaz kiriye ku midaxeleya Surî divê demek kurt bîte rojevê.

Di vê derbarê de Erdogan got: Eger midaxeleya Suriye bimînê heta hilbijartinên serokatiya Amerîka, dê gelek xwîn bête rijandin. Herweha Erdogan ji Obamaya xwestiye ku rojek zîtirîn divê midexaleyek li ser Suriye çêbibe.

Wek din Obama ji Erdogan xwestiye ku, bila Tirkiye li himber Israîl siyasetek nermtir rêve bibe. Niha çav li serdana Erdogan ya Îranê ye. Herweha serdana serokê Kurdistanêya Amerîka jî gelek girîng tê nirxandin.

Pisporên siyasî dibêjin ku piştî serdana serokê Kurdistanê ya Amerîka û serdana Erdogan ya Îranê rewşa herêmê dê behtir zelal bibe.

Back to top button