Polîtîk

Pilana nû a çareseriya pirsa kurd

 

Li gor rojnameya Tarafê a tirkî, hikûmeta Anqereyê ji bona çaresrkirina pirsa kurd û PKKê li Tirkiyeyê, pilaneke nû amade kiriye.

Li gor wê pilana nû a hikûmeta Tirkiyeyê, mixatin Barzanî dibe, ne Ocelan û Qendîl û ne jî tayê PKK li Ewropa. 

 Di pilana nû de, Anqere çaverê dike ku Barzanî rola xwe ya karîger bilîze û wisa bike ku, PKKê razî bike çek deyne. Rojnameya Tarafê pilana nû a hikûmeta Tirkiyeyê eşkere dike û dibêje ku, heta PKK çek nedeyne û îlan neke ku ew dê dev ji tekoşîna çekdarê berdin, hikûmeta Tirkiyeyê bi tu awayî peywendî û diyalogê bi PKKê re nake. Pisa kurd li parlamentoyê digel nûnerên kurd ku, ji aliyê gel ve hatine hilbijartin dê bê minaqeşe kirin.

Taraf dinivîse ku di wê pilana nû de Barzanî tê dikeve pêş û rola wî ji hemû aliyên din zêdetir dibe.

Şerefedîn Elçî li dor pilana nû a hikûmeta Tirkiyeyê a ji bo çareserkirina pirsa kurd û PKK li Tirkiyeyê got:

Eger Barzanî di navbera hikûmetê û PKKê de bibe navbeynkar, dê fêdeyeke mezin bigihîje pirosesa çareserkirina pirsa kurd. Lê jibona ku Barzanî bibe navbeynkar, dive dewlet di siyaseta xwe guhertin û reforman bike. Ji aliyekî şer û kiryarên leşkerî berdewam bin û agirê şerî dirêj bike û ji aliyek din daxwazê ji Barzanê bike ku bibe navbeynkar. Raste Barzanî dixwaze bibe navbeynkar û dê tesîra wî jî hebe, lê ez ne di wê bawerîyê deme ku Barzanî xizmeta helwestê nuha yê hikûmeta û dewletê bike.

 

 

Back to top button