Erdogan: Bi devê Öcalan û Qendîlê xeber nedin
Devlet Bahçelî serokê MHPê di daxuyaniyekê de behsa kuştina 6 polîsên hêzên taybet li çiyayêCudî kir û got:
– PKK li ser encamdana kiryarên terorîstî berdewam e û pêwîste bi zûtirîn dem rê li pêşiya êrîşên PKKê bê girtin û tekoşîneke karîger û piralî li dijî terorê bê destpê kirin.
Bahçelî got jî ku divê hikûmeta Tirkiyeyê hem di nav axa Tirkiye û hem jî li (bakurê Îraqê) tekoşîna li dijî terorê dest pê bike.
– Ji bona ku PKK li Qendîlê nemîne, desthilatên timam di destê hikûmetê de ne û gel jî di vî warî de li pişt hikûmetê ye. Divê hikûmet wan desthilatan û piştgiriya gel bikarbîne û PKK li Qendîlê jinav bibe.
Serokwezîrê Tirkiyeyê di bersiva daxuyaniyên Devlet Bahçelî de got:
– Her dema pêwîst kiribe, me operasyonên leşkerî li nav axa bakurê Îraqê encam dane. Em hertim vê pirsê dinirxînin û her dema pêwîst bike em dê wan operasyonan encamp bidin.
Erdogan di berdewamiya bersiva daxuyaniyên serokê MHP de got:
– Tekoşîna me li dijî PKKê û yên ku siyaset û rêbaza wê (mexsed jê BDP û KCK ye) diçe, heta dawiyê dê berdewam be û bi tu awayî li gel PKKê li ser masekê em na civin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê got jî ku, ew li parlamentoyê digel dirêjepêderên siyaseta PKKê hemû dema dirûnin û:
– Eger ew di pirsa aşitiyê de niyet pakij bin, bila bi devê Ocelan û Qendîl xeber nedin, bila bi devê xwe baxivin, ji bona nehêlana terorê em amadene bi wan re rûnin.