Cîhan

Karvedana gotara serokê Kurdistanê di mediyaya tirkî de

Karvedana gotara serokê Kurdistanê Masûd Barzanî di mediyaya tirkî de:

Serokê Kurdistanê Masûd Barzanî bi minasebeta cejna Newrozê peyameke pêşkeşî gekê Kurdistanê kir û di peyama xwe de bi taybetî behsa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir. 

Mediyaya tirkî bi van manşetên li jêr behsa peyama serok Barzanî dike:

– Barzanî: Malikî dixwaze hemû hêzan li jêr destê xwe de kom bike.

– Barzanî hoşdarî da hikûmeta nawendî

– Barzanî, Malikî agadar kir

–  Barzanî rojek tê dê mizgîniya Kurdistaneke serbixwe bidin

– Barzanî bi ew qas ji kiryarên Malikî aciz bû, peyama serxwebûnê da

– Barzanî: Li Îraqê bi çavê dijminatiyê li Pêmerge dibêrin.

– Barzanî: Hikûmeta Malikî dixwaze arteşeke yek milyon kesî ava bike

–  Barzanî serxwebûnê îlan dike, lê ne îro

– Barzanî: Dê Kurdistana serbixwe îlan bikim, lê ne îro

– Barzanî gotareke pir gef û tehdîd pêşkeş kir.

– Barzanî bi dijwarî Malikî tawanbar kir

– Barzanî ji bona mizgînîya kurdistaneke serbixwe li benda derfeteke minasib dike

– Barzanî berê bi tenê daxwaza otonomî dikr, lê îro behsa serxwebûnê dike.

– Barzanî îşaret bi serxwebûnê kir

– Barzanî peyama serxwebûnê da

– Mizgînîya serxwebûnê bo bihareke din ma.

Back to top button