Polîtîk

Wezareta rawenda kurd tê damezirandin

Li gora çavkaniyek li Kurdistanê, di kabîna 7-ê de wezaretek bi nave Wezareta Rawenda Kurd tê avakirin.

Wek tê zanîm dema kabîna 5-ê di serokatiya Neçîrvan Barzanî de giringiyek mezin ji bo kurdên derveyê welat hebû . Herweha di dema kabîna 5-ê de , taybetî li welatên Awropa  giringiyek mezin ji bo rawenda kurd hebû û girêdana rawenda kurd jî li gel Kurdistanê bi hêz bû.

Niha jî bi avakirina wezareta Rewenda kurd , dê cardin pirek gelek girîng di navbera kurdên derveyê welat û Kurdistanê de bî çêkirin. Ev yek jî dibe sedemek hemû kurdên beşên cuda yên Kurdistanê derveyî welat bi awayekî bikaribin pêwendî li gel hukumeta herêmê hebin.

Dema kabîna 5-ê de, taybetî li welatên awrupaya bakur li gel gelek çelakiyan, yekem car gala kurdî, ji aliyê nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê a bakurl Ewropa ve hate sazkirin û sedemek mezin bû ku gencên derveyê welat bi Kurdistanê ve bêne girêdan. Her sal gala Kurd li sê paytextên welatên Awrupa Bakur  (Stokholm, Oslo û Danmark) dihat darxistin û xelatên cur bi cur li kurdên sale û dostên herî baş yê kurda li wan welatan dahata belav kirin.

 

Rojevakurd

Back to top button