Civak

Îşev demjimêr 22:00 serkeftina Dihokê temaşe bikin

Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Huneriya li Parêzgeha Dihokê bi hemahengî li gel çendîn saziyên din yên parêzgeha Dihokê wê rêwresmekê taybet ji bo serkeftina qonaxa yekê li parêzgeha Dihokê ya li ser Koronayê da li roja 22.4.2020 ku hevdeme digel salvegera roja rojnamegeriya Kurdî li demjimêr 10:00 ê îşev encam bide.

Hesen Arif ji Lîjneya Berhevkirina rêwresmên vê çalakiyê diyar kir ku di van rêwresman de dê kehreba niştimanî û ya jeneratoran ji bo pênç xulekan li seranserê parêzgeha Dihokê bêne vemirandin. Her wiha daxwaz ji xelkê kirine ku li ser banên malên xwe ronahiyekê hilbikin wekî mum û şemalk û xetîre û yan her ronahiyekê da keş û seqayekê ciwan bide bajar. Her wiha dê hejmareka pifdank û balon ber bi asmanê ve bêne hilkirin û berdan û li ser çendîn taxên Dihokê wê bêne belavkirin û got: “Dengên Zengil û Naqusa Dêran û Kebarê li Mizgeftan jî wê bête hildan. Her wiha wê agir ji aliyê werzîşvanan ve li serê çiyayê Zava û Kêliya Şedayê bê hilkirin û çendîn yariyên agir jî li Çiyayê Zava wê bêne avêtin”.

Back to top button