Civak

Salar Talebanî: Kes wekî min Şêx Cengî nasnake

Kesek bi navê Salar Talebanî li torên civakî de peyamek belavkiriye û daxwaza lêborînê ji Mistefa Selîmî dike. Peyama Salar Talebanî wiha ye:

Kes wekî min zarokên Şêx Cengî li nêzîk ve nas nake, kes nîne xizmê xwe, mirovê xwe nas nake, neh sal ez pasevanê taybetê Aras Cengî bûm, ew wateya eybî û şermiyê nizanin çiye.

Ew Arase hinek caran axaftinên wiha xerab û neşîrîn bi xelkê Kurdistanê kiriye, min li şerma xwêhdanê daye. Li 18 oktoberê bi pêkve li Kerkûkê bûyîn Aras bi xwe radestkirina Kerkukê bi azadî dizanî kanal NRT hevpeyvînek li gel Aras hebu pirsiyar kir ji bo çi Kurdê Kerkûkê vê azadiya ku tu behs dikî, xerab dibînin, xelkê Kerkûkê beşekê bajar vala kirin û beşê din jî newêrin ji malên xwe derbikevin, em bawernakin wan dilê wan bi vê azadiya hûn behs dikin xweş bê.

Aras got: Ez quna dayik mezin û biçukê wan bigim ku dilê wan pê xweşe nexweşe çavê wan derbikevê êdî Heşda Şabî li vire zilam bin başe zilam nebin Heşda Şabî dayika wan bi piya dige.

Piştî çêr û civînan vegeriya û daxwaz ji peyamnêrê NRT kir wan axaftinan jêbibe diyar bu ku ew bi xwe dizanî ne zindî ye.

Dilê min xweş dibu ku zindî be û xelkê Kerkûkê guh bida wan civîn û çêrên Aras ku bi xelkê Kerkûkê da.

Niha ji bo meseleya teslîkirina Mistefa Selîmî ye, bi gora Mam Celal zarokên Cengî çawa Kerkûkê radestî Heşda Şabî kirin wiha jî Mistefa Selîmî radestî pasdarên Îranê kirin.

Ti bi xwedayê xwe bikî Kek Mistefa Selîmî li min bibore ku ez Talebanî me, li min bibore ku demekê ez (YNK) Yekîtî bûm.

Aras û Lahor bes bi tenê te nekuştin Kerkûkê kuştin Yekîtî(YNK) jî kuştin Kurdan şermezar kirin.

Xwedê te bobirîne şehîdê ji destê xedir û zulmê.

https://www.facebook.com/salar.jtalabani

Back to top button