Barzanî û Mîrê Soran
Beşa duyema hevdîtina Serok Barzanî ku li kanalî MBC1 belav bû, çîroka Mîr Silêman Begê Mîrê Mîrnîşînê Soranê bi bîra min anî ku gelek caran dapîra min û paşê jî ji gelek kesên din min bihîstibû ku Kurdekî xayîn ji aliyê Waliyê Bexda ve şikayet li Mîr Silêman kiribû ku qaşo Mîr Silêman desthilata Bexdayê nas nake û Walê Bexdayê qebul nake û dixwaze ew xwe wekî padişayê Kurdistanê rabigihîne.
Waliyê Bexdayê Mîr Silêman vexwend Bexdayê û mîhvandariyekî hêja lê dike, berî birêketina Mîr û bi cîh hiştina Herîr ku paytextê Mîrnişînê bû şêwirmendên wî niyeta vexwendina Walî ji bo wî şîrove dikin û wî agahdar dikin ku pêwîste nerm û dîblomasî bê û hîç di derbarê niyeta xwe ji bo Walî eşkere neke. Ji bo wê yekê Walî li rojên mîhvandariyê nekarî hîç tiştek ji Mîr Silêman derbixê. Ji bo wê yekê gazî wî Kurdê xayîn kir û got ewê te got ne raste. Kurdê xayîn ji Walî re got, ezbenî tu bi xwe hinek kesan bişîne û bila dû turik axa Kurdistanê bênin û li bin cihê rûniştina Mîr rûbikin. Walî heman karî encam da ku Mîr li beramber Walî û li ser axa Kurdistanê rûnişt germiyekî li canê wî da geriya û her Walî behsa bac û daxwazên zêdetir kir û Mîr Silêman xencera xwe ji kalanê wê derxist dirêjî Walî kir û got ewê bac li ser mîlletê min deynê hê ji dayika xwe nebûye”. Ew helwesta Mîr bû sedema şehîd kirina wî.
Axaftinên Mesûd Barzanî heman germî û hestan li cem min dirust kir ku behsa helwestên xwe dikir li beramber serkirdeyên Iraqê û Pol Brîmer Hakimê Serbaziyê Amerîkî, tenê cûdahî ewe bû min hest bi wê yekê kir ku Serok Barzanî pêwîstî bi wê yekê nîne heta li ser axa Kurdistanê bê, heta bikarê helwesta Kurdane û merdane li hember rikeber û neyarên xwe derbibrê. Ji ber ku ew li nav Kurdistan û li nav gel dijî û ji wan venaqetê, ji bo wê yekê li Bexda bê yan Tehran û Turan heman helwest û nêrîna xwe heye ku li Kurdistanê heye. Renge amadekar û pêşkêşkarên hevdîtinê jî hesta wê yekê kiribin ji bo wê yekê ji Barzanî re got: “Zêrevaniyê xewna Kurdî -Heres Alhelim Al Kurdî”, ku Barzanî li bersîva pirsiyarek di derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê û encamdana referanduma serxwebûnê ji bo pêşkêşkar rast kir û jêre got: “Serxwebûna Kurdistanê ne xewne belku armance û bi wî navê têdikoşîn, eger ez jî serxwebûnê nebînim ewe bingeheke referandumê bûye bingeheke bi hêz ji bo wê yekê ku nifşên piştî min yan nifşên piştî wan Kurdistanekî serbixwe li ser vê axê dabimezrênin”.
Aso Hecî