
Li Rojavayê Kurdistanê her aliyek siyasî behsa pêwistiya yekitiyekî di nava ENKSê û PYDê de dike. Tê zanîn ku di çavderiya serok Barzanî de du cara li Hewlêr û carekî jî li Dihokê civînên berfireh navbera herdu aliyan de pêkhatin û her care herdu aliyan li hevdikiran û peyman îmze dikiran. Lê tu cara PYD ev yek neanî cih û piştî ji civînê derdiketin û ji Sêmalka derbas dibûna ev peyman binpê dikiran.
Piştî Amerika kete Suriye û Rojavayê Kurdistanê, Amerika û dewletên hevpeyman hamûya behsa pêwistiya yekitiyakî di navbera ENKSê û PYDê de dikira. Hêzên hevpeyman bi mebesta yekitiyekî di navbera herdu aliyan de çuyîn hatin kirin û çend civîn jî navbera aliyan de pêkhatin.
Tiştek gelek vekirî dixweyê ku , du babetên gelek girîng astenga herî mezine di rêya pêkanîna yekitiyekî li Rojavayê Kurdistanê.
Yekem siyaseta PKKê ye ku ji Qendîl tê rêvebirin û ew naxwazin bi tu awayekî PYD li gel ENKSê yekitiyekî bike. Qelha dawî ji bo Qendîlê di vê qonaxê de Rojavayê Kurdistanê ye. Qendil naxwaze vê qelhê winda bike. Ji bo vê jî naxwaze tu yekitiyek pêkwerê daku bandore wan kêm nebe.
Duyem PYD naxwaze tu aliyek din li Kurdistanê bibin şirîkê desthilatiya wan. Ji bo ku tişta di rastiya xwe de PYDê li ser ling dihêle, ew jî desthilate.
Lê li himber vê astenga û siyaseta Qendil, HSD û Mazlum Ebdî dixwaze yekitiyek çêbibe û ji bo vê yekê jî Qendil ji vê helwesta Ebdî ne dilxweşe. Ji aliyek din ve di nava ENKSê de jî hinek hene ku naxwazin yekitiyek li Rojavayê Kurdistanê çêbibe. Lê ew kes yan jî alî ne xwedî wê hêzêne ku bikaribin bandorek neerênî bikin. Tenê dikarin car carê astenga çêbikin .Ew jî pişta xwe didin hinek welatan û di nava ENKSê de parazîta çêdikin.
Gelek cara behsa siyaseta PKKê ya ne Kurdistanî tê kirin. Di rastiya xwe de jî PKK Kurdistanî nafikire û li himber destkeftiyên netewî xwedî helweste. PKK li dijê dewletbûna Kurdane. Vêca siyasetek li dijê dewletbûna Kurdan be, dê çewe Kurdistanî be ?
Lê PKK xwedî imkane , çekdare û hemû astekî de dileyze. Tu pîvan ji siyaseta wan re tuneye. Ew çi dikin li gora wan raste. Lê kêşe ne ev siyaseta PKKê ye. Kêşa herî mezin hinek kes, alî ku ne di nav PKKê de ne jî naxwazin siyaseta wan tê bigihin. Herweha di nava gelek aliyên siyasî de lînkek ya sempatîzanên PKKê heye. Vêca ev lînkek sîxûriya yan jî bi awayek dine nayê zanîn.
Ji aliyek din PDK li Rojavayê Kurdistanê xwedî bandorek ber bi çave. PDK gelek hewl dide ku yekitiyek li Rojavayê Kurdistanê pêk werê ji vê yekê jî tişta dikeve li ser milê wan pêktînin. Bila neyê ji bîrkitin ku, eger peyamanên Hewlêr1-2 û Dihokê biketan jiyanê de, nihamirov behsa yekitiyekî nakira.
Li Kurdistana Rojavaha hestên netewî gelekî bi hêze. Eger qiyasek di parçeyên Kurdistanê de bê kirin, hestên netewî û Kurdistanê herî zêde li Kurdistana Rojavaye. Ji bo vê ev yek dibe hêviyek mezin li Rojavayê Kurdistanê de ev hestên netewî serbikevin û yekitiyek di nava Kurdan de pêkwerê û serdestî li siyaseta ne Kurdistanê û hemî nexêrxazên Kurdistanê bê te kirin.
Hêja di çavderiya Amerikayê de hevdîtin di navbera herdu aliyan de ( ENKS/PYD) têne kirin. Hêvî ewe ku encamek erênî ji van havdîrina derkeve û daxwazên ne xêrxazan binpê bibin.
11.4.2020
Analîz/ N. Firat