Polîtîk

YNK şoreşgerê Kurd radestî Îranê kir, Îran jî ew îdam kir

Mistefa Selîmî ku şoreşgerekî Kurdê Rojhilatê Kurdistanê ye û berî heyvekî ji bendîxaneyên Îranê reviyabû û xwe spartibû Başûrê Kurdistanê. Li Başûr ji aliyê hêzên YNK ve bi hêceta pişkîninîna Koronayê ew bi xwe re dibin û paşê radestî hêzên Îranê dikin. Îran jî îro li bendîxaneya Seqiz Mistefa Selîmî îdam kirin.

Ali Jawanmardi li vî derbarî de li ser rûpela xwe ya tora civakiya facebookê dibêje: Mistefa Selîmî demjimêr çarê berî sibehiya îro şemî li Bendîxaneya Seqiz hate îdam kirin. Civaka xelkê Rojhilatê Kurdistanê wan kesên ku Selîmî radestî rêjîma Îranê kiriye xweş nabin. Yekîtiya Niştimaniya heta niha bi fermî bersîvê nedaye.

Her wiha Jawanmardi dide zanîn û dibêje: Heman demî de hinek kes hewldane bibêjin şehîd Mistefa Selîmî zîndaniyê siyasî nebû ji bo radest kirina bi Komara Îslamî asayî bê berçav. Mistefa Selîmî berê Pêşmerge bû û li gel Sabîr Starî û Yehya Îlu, li mala Etaxanê Başmax ketiye şer li gel taqimekî rêjîma Îranê. Dû pasdar û memurêkî hêza întizamî li wir hatine kuştin. Yehyayêî Îlu li şer da canê xwe ji dest da û termê wî bi otombêlê nava bajar da rakêşan heta bibê ders û pendek ji bo xelkê. Sabîr Setarî li Pênciwên têror kirin û Mistefa Selîmî berê bi xwe vegeriya û rêjîma Îranê yekser ew girt û heta dema berî mehekî ji bendîxaneyê revîbû. Mistefa Selîmî 17 sal li Rebeq zîndanê da bu û hinek kes ku berê tometa îtlaatê lêdabun. ji bo wan derket ku kesekî şoreşgêre.

Back to top button