Civak
Di encama êrîşekî de 5 gundiyan jiyana xwe ji dest da
Encama teqîna mayinekî di rêya gundek yê Pasûrê girêdayê Diyarbekirê de 5 gundiyan jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Pasûrê xelk ji bo birîna dara bi otomobilekî ketin rê, li di rêya wan de ji aliyê çekdarên PKKê ve mayinek hetibû çandin. Dema otomobil derbas bû mayin hate teqandin û di emcama teqînê de 5 gundiyan jiyana xwe ji dest da.
Di vê derbarê de parêzgerê Diyarbekir daxûyaniyekî de dibêje ku,gundî ji bo birîna dara bi wesayetekî çûne daristanê û ji aliyê PKKê ve rasta êrîşê hatine. Êrîş bi teqandina teqemenikek bi dest hatî çêkirin hatiye encam dan û di vê êrîşêde 5 hemwelatiyên gundî jiyana xwe ji dest dane.
Herweha li gora daxûyaniya parêzgerê Diyarbekirê li herêmê operasyonek berfireh hatiye destpêkirin.