Polîtîk

Burkay bersiva Elçî da

Burkay: Şerafettîn dawiya xwe herrimand

Burkay: Şerafettîn dawiya xwe herrimand

‘Şaşî û kêmasîyên te gelek bûn lê dîsa jî min hêvî ne dikir ku tu xwe ewqas şaş bikî, tevî karwanê êrîşgeran bibî û xwe bêxî vî halî…’

Ronakbîr û siyasetmedarê kurd Kemal Burkay bi riya Netkurdê bersiva îddîayên parlamenterê Diyarbekirê û serokê KADEP-ê da ku duh wî gotibû hatina Kemal Burkay a Tirkiyeyê projeya dewletê ye û PKK tenê îtîrafkar û xayinên nav xwe dikuje, ne kesên din:

‘’Dawiya Şerafettin…

Ev hatina min a Tirkîyê ku hinek wek projeya Devletê, yan AKP nîşan didin, çîroka derewinan e. Yên ku min nas dikin, jiyana min a 75 salî dizanin vê yekê jî baş dizanin.

Lê mixabin Şerafettîn Elçî jî tevî karwana van çîrokbêjan bû.

Mirov bi gotinên xwe û kirinên xwe tê nirxandin. Di vî warî da gotinên min jî kirinên min jî eşkere ne. Berhemên min û jîyana min li ber çavan e. Min tu car tiştek ne gotiye û ne kiriye ku zirarê bide doza azadî ya gelê min

Lê jîyana Şerafettîn jî li ber çavan e. Di AP’ê (Partiya Edaletê ya dewletê ya xas) dest bi siyasetê kir. Piştra ji bo postê wezîrîyê derbazî CHP-ê bû… Ango wezîrîya vê dewletê kir, bû xwedî post û pere…

Piştî 12 Îlonê jî careke din ji bo mebûstîyê li derîyê Baykal xist, pişt ra li derîyê Erbakan…

Eger AKP rê bidaya nuha mebûsê wê bû. Lê ev rê jê ra venebû vê carê xwe avête siya PKK-BDP-ê…

Dîsa jî Şerafettîn fedî nake dev davêje min.

Şerafettin di ser da jî parêzgerîya (awûqatîya) PKK-ê dike û dibêje “PKK tenê êtirafçî û xayînên nav xwe dikuje…”

Êdî hewce ye ez tiştekî bêjim?.. Gelo ez navê sedan û hezaran kesên bê gune bêjim ku PKK ji nav xwe û li derî xwe kuştîye?

Xuya ye Şerafettin ne tenê por, mêjû ji xirab bûye.

Gunehê xwe bi min neyne Şerafettîn, bi xwe bîne! Nexweşî jî, mirin jî dibêjin “emrê îlahi ye” û tê serê herkesekî. Lê min, şukur hîn aqlê min di cî da ye û sihheta min jî baş e.

Tu hevalekî min î kevn î. Min ne dixwast di heqê te da van tiştan binivîsim. Şaşî û kêmasîyên te gelek bûn lê dîsa jî min hêvî ne dikir ku tu xwe ewqas şaş bikî, tevî karwanê êrîşgeran bibî û xwe bêxî vî halî…

Herhal tu jî zanî kes li dora te nema û hesabê Apoçiyan dikî, dixwazî cinazê te xelebelix be…

Pere û pûlê te gelek in, lê vicdan û durustî tiştekî din e…

Mewlana Celalettîn dibêje “Durustî tiştekî ewqas buha ye ku li ba mirovên erzan nayê dîtin…”

Her usa jî gotineke pêşîyan heye: “Xwedê dawîya mirovan baş bîne!”

Berîya te jî ne ewqas baş bû, lê te dawîya xwe herimand, Şerafettîn. ‘’

(Dengê Azad)

Back to top button