Civak
Li Kurdistanê erd ji bo 5 nexweşxaneyan hatiye amadekirin
Kurdo Şaban Peyvdarê Wezareta Bajarvaniyê ji bo eşkere kir ji bilî wê yekê ku niha bêhnvedana fermiye li Herêma Kurdistanê, lê belê tîmên bajêrvaniyê li seranserê Herêma Kurdistanê mijulî paqijkirina bajar û bi cîh anîna rênimayiyên xweparêziyê ne. Bi taybetî gihandina ava paqij û tendirust ya ji bo hemû nîştecihên Herêma Kurdistanê.
Peyvdarê Wezareta Bajarvaniyê eşkerekir Wezareta Bajarvaniyê alîkare li gel Wezaretên Peywendîdar ji bo berengarbûna şewba Corona.
Her wiha Kurdo Şaban got: Wezareta Bajarvaniyê erd ji bo avakirina 5 nexweşxaneyên taybet bi şewba Coronayê berhevkiriye ya ku biryare ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesên xêrxwaz ve bêne avakirin.