Civak

Rojhilatê Kurdistanê pêgîriyê bi rênimayiyan nakin

Behram Muradî Çalakvanê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê eşkere kiriye ku mixabin li Rojhilatê Kurdistanê welatî pêgîriyê bi rênimayiyên ji bo xwe parastina ji şewba Koronayê nakin û û got: Berpirsên Dewletê gelek dereng behsê Koronayê û metirsiyên wê ya ji bo civakê kirin û ji aliyê dî rewşa aborî ya welatiyan gelek xerabe û nikarin li malên xwe da bimînin. Ji ber ku heke dewlet alîkariya welatiyan neke wê rewşa wan xerabtir lê bibe.

Her wiha got ku li piraniya welatên cîhanê dewletan budçe ji bo Korona terxan kirîne û alîkariya welatiyên xwe dikin. Lê li Îranê berevajî wê dewlet daxwaza alîkariyê ji welatiyan dike. Ji ber wê jî niha rewşa Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gelek xerabe û rojane bêhtirê 200 welatî canê xwe ji dest didin û Îran jî amarên dirust belav nake.

Back to top button