Civak

Ji Mereşê xeberek hat, du kes hatine binçavkirin

Li bajarê Mereşa Bakûrê Kurdistanê du welatî ji ber ku li ser torên civakî nûçeyên di derbarê şewba Coronayê de belav kiribûn, ji aliyê asayişa tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Du welatiyên bajarê Mereşê Gul.H.O. yê 48 salî û Fatih K. yê 25 salî ji aliyê Tîmên Birêvebiriya Têkoşîna Tawanên Siber ya Birêvebiriya Asayişa Mereşê ve hatine desteser kirin.

Li gor zanyariyên Gul.H.O li ser torên civakî de ragihandiye ku li Mereşê du kesên biyanî ji ber şewba Coronayê canê xwe ji dest dane, eve jî bûye sedema girtin û desteserkirina wan kesan.

Back to top button