Civak
Batman dibêje: Mala Pîrê Stara Pîrê!
Li navçeya Kercewsa bajarê Batmanê karmend û kedkarên tendirustiyê ji bo hişyarkirina xelkê dirûşmeke gotinê pêşiyan bikaranîn (Mala Pîrê Stara Pîrê) xwestin ku xelk ji mala xwe dernekevin û li mala xwe de parastî bimînin.
Xelkê Kercewsê bi awayeke erênî pêşwaziya vê diruşma karmendên tendirustiyê kirin û dilxweşiya xwe li hember vê dirûşmê anîn ziman.
Gotinên pêşiyên Kurdan hemû qeyran û nexweşî û astengiyan de baştirîn rênîşanderin ku pêwîste hemû Kurd wan gotinên zêrîn bi cîh bikin.