Gotara serokê Kurdistanê di medya tirkî de deng veda
Dengvedana gotara serokê Kurdistanê Masûd Barzanî, ya ku li Hewlêrê di kongreya kurdên rojava de pêşkeş kirî, di mediyaya tirkî de:
– Kurdên Sûriyê li Hewlêr in
– Barzanî bo kurdê Sûriyê: Yekbigrin
– Barzanî piştgiriya kurdên Sûriyê dike
– Barzan: Serdema çek û şidetê çû
– Barzanî bang li kurdên Sûriyê kir hevbigirin
– Ji aliyê Barzanî ve peyamek bo kurdên Sûriyê
– Barzanî bo kurdên Sûriyê: Ji bo her guhertinekê amade bin
– Barzanî partiyên kurdêm Sûriyê li Hewlêrê anîn ba hev
– hevpeymaniya kurdan li hember Beşar Esed
– Barzanî: her biryarake bidin, em piştgiriyê lê dikin
IHA
Mesûd Barzanî rêxistinên kurdî yên opozisyona sûrî li Hewlêrê anîn ba hev û jê re got: ji bo her guhertinekê amade bin û bi awayekî yekrêzî û yekgirtî kar bikin.
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistana federal, beşdarî konfrensa partiyên opozisyona sûrî kir û gotarek pêşkeş kir û di gotara xwe de got: Pêwîste partiyên kurdî li Sûriyê yekdeng bin û mafên xwe bêy şidetê bidest bixin.
http://haber.ihlassondakika.com/haber/Taraf-Gazetesi—Esada-karsi-kurt-ittifaki—4989_450383.html
TRT
Barzanî: Serdema çek û şidetî çû
Mesûd Barzanî serokê desthilata herêma bakurê Îraqê beşdarî konfrensa kurdî li Hewlêrê kir û di peyvekê de got:
– Pêwîste kurdên Sûriyê ku nifusa wan digihîke 2 milyon kesan, xwe ji bo her guhertinekê amade bikin. Em destêwerdanê di karûbarên Sûriyê de nakin. Serdema çek û şidetî nema û êdî tu kes nikare hebûna kurd înkar bike.
Barzanî herwesa di konfrensê de daxwaz ji partiyên kurdî kir yekbigirin.
http://www.trt.net.tr/trtavaz/silah-ve-siddetin-zamani-gecti–haber-detay,tr,26139.aspx
EURO NEWS
Barzanî: Îsal konfrensa netewî ya kurdî tê saz kirin
Nuha konfrensa kurdên Sûriyê li Hewlêrê tê saz kirin û dê 3 rojan berdewam be. Konfrens bi beşdarîkirina Mesûd Barzanî serokê desthilata herêma kurdî dest pê kir û konfrens li jêr nave (diyarkirina çarenivîs, sûrîyayeke demokratîk û destûrek ku daxwaziyên kurd garantî bike) dest bi karên xwe kir.
Barzanî di konfrensê de gotarek pêşkeş kir û têde îşaret bi çêkirina konfrensa netewî ya kurdî di îsal de kir û got ku ji bilî ku armanc ji wê ew konfrenê yekgirtina kurdan e, di heman demê de dê peyama aşitiyê ji dewletên cîran û cîhanê re bişînin.
Barzanî herwesa îşaret bi wê yekê kir ku partiyên kurdî li Sûriyê her biryarekê bidin, ew piştgiriyê lê wê biryarê dikin.
http://tr.euronews.net/ajans/1353638-barzaniden-kuert-partilere-birlik-cars/
HABERLER.COM
Barzanî peyamek ji PKKê re şand
Konfrensa kurdên Sûriyê bi beşdariya Mesûd Barzanî serokê desthilata herêma kurd û Berhem Salih serokwezîrê desthilata kurd dest bi karên xwe kir û di konfrensê de Barzanî bi rêya kurdên sûrî peyamek ji PKKê re şand û got:
– Serdema çek û şidetê nema û hûn xwe ji şidetê dûr bikin û mafên xwe bi rêya diyalogê bi dest bixin, xwe ji hizbatiyê dûr bikin û berjewendiyên gel di ser hemû tiştekî din de deynin.
Barzanî got jî ku êdî tu kes nikare hebûna kurdan înkar bike.
http://www.haberler.com/barzani-den-pkk-ya-ince-mesaj-3309883-haberi/
Rojevakurd