Babacan: Em îro serî li wezereta navxwe didin
Ali Babacan wezîrê derve yê berê û endamê rêveberiya AKPê, îro ji bo avakirina partiyek nû serî li wezereta navxwe dide. Ali Babacan hêja nave patiya xwe eşkere nekiriye .
Babacan dibêje ku eve çend rojbûn wan li gel 90 damezerên partiya xwe civîn dikira , dibêje, em li ser gelek babetan axivîn û emê nave partiya xwe di konferansek rojnemevanî de eşkere bikin.
Ali Babacan di kanala FOX ê de mêvanê bernameyekî bû. Di derbarê partiya nû de gelek berfirehî behsa rewşa Tirkiye û behsa valahiya siyasî kir.
Babacan da xûyakirin ku ew dixwazin li Tirkiye demokrasî û azadî hebe, serdestiya huquqê hebe. Lê desthilata îro ne mimkine van tiştan pêkbîne. Siyaseta tirsê tê rêvebirin.
Ji Babacan pirsîn ku, tu dikarî li himber Erdogan tekoşînê bidî?
Di bersiva xwe de Babacan got:Armanca me çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyene, em kesan nakin armanca tekoşîna xwe. Raste emê bibin reqîbên hevdû, lê emê bibin reqîbê partiyên heyîn hemûyan jî.Eger hinek dijitiya me bikin emê jî bersivên pêwist bidin wan.