Partiyên kurdan daxwaziyên xwe kifşkirin
Li Dyarbekir BDP, KADEP,HAK-PAR, TEVKURD,KCD, OSP û TDŞK hatin ba hev û dîtinên xwe di derbarê pêkanîna destûrek nî li Tirkiye dan kifşkirin.
6 partî û aliyên siyasî yên kurdan ji bo destûrek demokratîk li Tirkiye bête çêkirin hatin ba hev û dîtinên xwe yên hevbeû gihandin raya giştî. Daxwziya hevbeş ya partî û aliyên siyasî ew bû ku, nasnama kurda di destûrê de bête naskirin û partiyyên siyasî bi navê kurd û Kurdistanî bikaribin bêne damezirandin.
Partî û aliyên siyasî yên kurdan dan xuyakirin ku, divêzimanê kurdî bi awayek fermî bête qebûlkirin ê herweha li ser cografta Kurdistanê gelê herêmê bi xwe xwe rêvebibe.
Hevserokê BDP Selahatin Demirtaş di civînê de axavtinek pêşkêş kir û got: Ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin divê berî her tiştî destûrek demokratîk bê avakirin. Em wek partiyên kurdan pêşniyarên xwe ji bo destûrek demokratîk pêşkêşî gel dikin.
Pêşniyarên partî û aliyên siyasî ji bo raya giştî hatin eşkerekirin. Lê gelek balkêşe ku ji bo daxwaziyên partî û aliyên siyasî yên kurd di destûrê de cig bigre, dê çi karê hevbeş bête kirin û çureyê xebatek hevbeş dê çibe? ji bo raya giştî nehat eşkere kirin.
Rojevakurd