Polîtîk

Penaberên Erdogan dîsa vedigerin Stenbolê

Piştî ku Recep Tayip Erdogan bi hezaran koçberan şande ser sînorên Ewrupayê ku derbasî Yunanîstan û Ewrupayê bibin ji neçariyê vedigerin Stenbolê.

Yunanîstan tixûb û sînorên xwe bi awayeke tund parast rêneda penaber bikevin nav axa Yunanîstanê û ewên hatîn jî careke din vegerand tirkiye û eve jî bêhviyek mezin li ser koçberan de dirûstkir. Her wiha Ewrupa jî biryarê da heta mehekê penaberan tomar neke eve jî hêviya penaberên Efxanî û Îranî şikand.

Penaberên ku ji aliyê Erdogan ve li ser tixûbên Yunanîstanê ve hatibûn komkirin zêdetirê wan Efxanî û Îranî bûn.

Her wiha gelek ji wan penaberan didin zanîn ku li tirkiye pere û nasnameyên wan ji wan hatine wergirtin û gelek kes jî didin zanîn ku nirxê hatin û çûna di navbera Edirne û Stenbolê de 4 caran zêdebûye.

Back to top button