Civak

Baregeha Barzanî serxweşiya malbata Dr. Cuwan Heqî kir

Baregeha Barzanî bi minasebeta wefata doktor Ciwan Heqî peyamek sersaxiyê belav kir.

Bi navê Xwedayê bexşende û mîhreban.

Rêzdar malbata Doktor Ciwan Heqî

Bi xemgîniyek mezin xebera koça dawî ya kesayetê disoz û Kurdperwer ê Bakurê Kurdistanê Doktor Ciwan Heqî gehişt me.

Em sersaxiyê ji we re, ji kesûkarên we re û ji dostên we re dixwazin û xwe wekî şirîkê xema we dizanin.

Ji Xwedayê gewre hêvî dikin ku xwedêjêrazî bi beheşta berîn şad bike û sebr û aramiyê bide we hemiyan.

Înna lîl-Lah we înna îleyhîr-racîûn

Baregeha Barzanî
27/2 2020

Back to top button