Civak
Rusya 2 keştiyên cengî dişîne Deryaya Spî
Rusya 2 keştiyên cengî ji qeraxên Deryaya Reş birêkir û keştî dê Stenbol û Çanakkalê derbas bibin û xwe bigihînin Deryaya Spî û beşdarî hêzên deryayî yên Rusya bibin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rusya ve hatiye ragihandin, keştiyên bi navê Amiral Makarov û Amiral Grigorovich ji benderên bajarên Kirim û bajarên Sivastopol derketine û wê li ser bajarê Stenbol û Çanakkalê derbas bibin û xwe bigihînin Deryaya Spî.
Her wiha hatiye ragihandin ku ev keştî bi sîstemên mûşekî ya Caliber-NK, mûşekên Shtil-1, AK-630M û her wiha sîtemên top avêj û topên 100mm A-190 û mûşekên RBU-6000 hatine xemilandin.