Polîtîk

ENKS: Em zimanê gefxwarinê û têkdana çarenivîsa gelê Kurd red dikin

Desteya Serokatiya ENKSê bersiva daxuyaniya PYDê dide. Heyetek a ENKSê serdana Tirkiye kirşbû û li gel wezîrê derve yê Tirkiye mevlut Çavuşglu hevdîtinek pêkanî bûn. PYD bi daxûyaniyekî heyeta ENKSê tawanbar kirîbû , rexneyên tund li seredana ENKSê ya Tirkiye kirîbû.

ENKS di daxûyaniya xwe de dibêje ku,tohmetên PYDê bê bingeh in, divê PYD ji bo yekxistina helwêsta Kurdî di vê rewşa hestiyar û girîng de, dest ji wan gotar û reftarên ne hêja berde û dest bi destpêşxeriyeke avaker bike.

Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê roja 19ê Sibatê serdana Tirkiyê kiribû û li Enqerê li gel Wezîrê Derve yê wî welatîMevlut Çavuşoglu civiyabû.

Li ser wê hevdîtinê, Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû, “armanca ji hevdîtina ENKS û Çavuşoglu têkbirina însiyatîfa yekîtiya niştîmanî ye” û “bandoreke neyênî” li destpêşxeriya Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk dike.

Desteya Serokatiya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, civîna wan a li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Chavuşoglu “di çarçoveya hewlên wan ên jibo çareserkirina pirsa Kurd û kêmkirina êş û azarên gelê Kurd li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê de” bûye.

Li gorî daxuyaniyê, “ENKS bi riya peywendiyên xwe yên li gel hêzên cuda yên opozisyonê û welatên bi bandor di pirsa Sûriyê de, di nava wan de jî li gel Tirkiyê ku rola wê li Sûriyê heye, wan hevdîtinan encam dide û di wê çarçoveyê de jî wan seredana Enqereyê kir û li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşuglu civiyane.”

ENKS dibêje, li şûna piştevanîkirina hewl û parastina yekrêziya helwêsta Kurdî û çareserkirina nakokiyan, “PYD tometên bê bingeh arasteyî Encûmena Niştîmanî ya Kurd dike” û axaftinên ne guncaw di derheqê wê de dibêje.

ENKS amaje bi wê yekê dide, ku ew “zimanê gefxwarinê û têkdana çarenivîsa gelê Kurd” red dikin û tekezê dike, ku “dê berdewam mafên Kurdan biparêze, hewla vegerandina penaber û koçberan ji bo navçeyên wan bide, herweha kar li ser rawestandina binpêkariyan li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bike.”

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê destnîşan dike, ew bi hemû awayî “guhertina demografîk” li Rojavayê Kurdistanê red dikin û daxwaz dike, ku “PYD dest ji wan gotar û reftarên ne hêja berde, û dest bi destpêşxeriyekeavaker bike ji bo yekxistina helwêsta Kurdî di vê rewşa hestiyar û girîng de.”

 

Back to top button