Fisteq li bajarên Bakûrê Kurdistanê bi taybetî li Sêrt, Riha û Entabê gelek berbelav bû û niha jî fisteqa Diyarbekirê tê berhemanîn.

Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekirê ji ku rikeberiyê li fisteqa Sêrt, Riha û Entabê bike dest bi xebatê kiriye û ji bo vê yekê jî deverên gir û çiyayiyên Diyarbekirê fisteqan çandine.

Cotkarên Diyarbekirê amadekariyan dikin ku heta dawiya salê şitlên fisteqan li hemû deverên destnîşankirî biçînin.

Berî ku cotkar dest bi çandina fisteqê bikin, Zanîngeha Dicle, Birêvebiriya Çandinê, Jûra Çandiniyê û Jûra Endezyarên Çandiniyê lîjneyeke hevbeş pêkanîbûn û li zeviyên ku têde fisteq bêne çandin lêkolîna axa wan deveran kiribûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: