Barzanî destê xwe deyne ser Kerkûkê “hinge dê qiyamet rabe.”
Müyesser Yıldız rojnemevaneke tirk e, û di Oda Tv de dinivîse. Müyesser Yıldız dengê nijadperestê Tirk e.Tirsa Kurdistanê û helwesta serokê Kurdistanê bûye tirsek di dilê wan de.Ew dengê çepên netewî yên Tirk e. Di nivîsek ya xwe de Müyesser Yıldızbehsa Kurdistana Başûr dike û pêwendiyên Tirkiye û Kurdistana Başûr rexne dike…
Rojnamevna tirk Müyesser Yıldız di nivîseke xwe de ku, di malpera Oda TV de weşandiye, dibêje ku nuha Îraq ber bi parçebûnê ve diçe û dinivîse:
– Eger Tirkiye bixwaze Îraq bi destê wê parçe nebe, hîngê pêwîste beriya her tiştî Tirkiye konsulusê xwe ji Hewêrê vekişîne û êdî weke sîfetê serokê Kurdistanê li Barzanî temaşe neke.
Müyesser Yıldız di nivîsa xwe de behsa helwesta Malikî li hember Tirkiyeyê dike û dibêje ku Malikî heqe wekî dibîje Tirkiye piştgiriya Barzanî dike:
– Malikî di wê pirsê de li ser heqe dema dibêje ku, Trikiye piştgiriya bakûrê Îraqê dike. Mexseda Malikî ji wan gotinan ne ewe ku Tirkiye terefdariya tirkmenan dike, lê piştgiriya Barzandî dike.
Rojnamevana tirk di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje ku Barzanî yêku pişta xwe bi Tirkiye, Amerîka û kompaniya patrolê Exoon Mobil gerim dike, pere, bankaya merkezî, arteş û îstîxbarata xwe heye û sibê dê Barzanî destê xwe deyne ser Kerkûkê, “hinge dê qiyamet rabe.”
Rojevakurd