Cîhan

Iraq geştên xwe yên li gel Îranê hilweşand

Piştî derketin û belavbûna virusa corona ya li çend bajarekî Îranê, Wezareta Veguhestina Iraqê geştên xwe yên asmaniyên ji Iraq bo Îran û bi berevajî jî hilweşand.

Wezareta Veguhestina Iraqê daxuyaniyeke li vî derbarî de belavkir û dibêje: “Wezareta Veguhestina Iraqê li roja pênçşemê 20.02.2020 ve heta demeke nediyar, geştên xwe yên asmaniyên kompanya Hêla Asmaniya Iraqî yên ji Iraq ji bo Îranê û ji Îranê ji bo Iraqê hilweşand.

Ev biryar piştî raspardeyên Wezareta Tendirustî ya ku ji bo rêgirtina belavbûna virusa corona li nav Iraqê hat. Biryar her dû balafirxaneyên Bexda û Necef jî li xwe digre, ji bilî wê şanda dîplomasiyên Iraqî yên niha li Îranê ne ku divê piştî vegerana wan ya Iraqê ji aliyê tîmên ser bi Wezareta Tendirustiyê ve bêne pişkînîn û kontrol kirin.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button