Polîtîk

Amerîkiyan alaya xwe daxist û xatira xwe xwast

Leşkerên Amerîkayê yên li İraqê bi merasîmeke leşkerî ala Amerîkayê ya li Bexdayê anîn xwar û xatir xwestin. Ji îro û şûnde wê hebûna Amerîkayê ya li İraqê dê bi rêya balyozxaneya Amerîkayê a li Îraqê berdewam bike. 

Serokê Amerîkayê Barack Obama diyar kir ku ‘Leşkerên Amerîkayê yên dawî ji İraqê bi serbilindî derdikevin’ û bi vî awayî li İraqê rûpelek nû vekir. 

Ala Amerîkayê ya li paytexta İraqê ya dawî ji aliyê amerîkiyan ve anîn xwar. Bi vî awayî bombeyên ku Amerîkayê di 20ê adara 2003ê de,  ji bo azadiya İraqê ya ji destê rejîma Seddam Hûsên avêtî İraqî û şerê 9 salan bi dawî dibe. 

Wezîrê Parastinê yê Amerîka Leon Panetta beşdarî merasîma li Bexda bû. Panetta di merasîmê de axivî û got: “Em vekirî bimînin, li pêşiya İraqê rojên dijwar hene. Êrişên terorîstan û kesên bixwazin İraqê parçe bikin wê hebin.”

Ji niha û pê ve hem ewlekarî û hem jî paşeroja siyasî ya İraqê dikeve destê îraqiyan de. 

Li balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê wê 16 hezar kes kar bikin. Bi vî awayî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê li cîhanê dibe xwediyê mîsyona dîplamtîk a herî mezin. 200 leşker wê erkê şêwirmendiyê bikin ango wê ji bo perwerdekirina artêşa İraqê xizmetê bikin. 

Dema ku Amerîka ketî İraqê û bi demê re hêjmara leşkerên wan giha 170 hezarî. Niha 4 hezar leşkerên Amerîka li İraqê mane û wê heta dawiya salê ew jî ji İraqê derbikevin. 

Di şerê 9 salan ê İraqê de, bi giştî 4 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin û 30 hezar leşker jî birîndar bûn. Li gor hêjmarên fermî li İraqê di navbera 104-113 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha di şerê 9 salan de,  Amerîkayê 1 trilyon dolar xerc kiriye. 

Back to top button